Li Girtîgeha Bakirkoyê ligel belavbûna vîrûsê test nayên kirin

  • 09:54 24 Gulan 2021
  • Rojane
Sena Dolar
 
STENBOL - Hevseroka MATUHAY-DER'ê Esîn Çelîk, diyar kir ku li Girtîgeha Bakirkoyê kesên ku nîşaneyê nexweşiya koronayê hene test nayên kirin û got: "Girtiyên ku nexweş nayên tedawîkirin û li qawişên karantînayê de ten girtin." 
 
Di pêvajoya pandemiyê li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan zêdetir bû. Li Girtîgeha Girtî a Jinan a Bakirkoyê, demên borî jî girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nedikarin tedawî bibin û mafên wan ên tenduristiyê dihat îhlalkirin. Niha jî bi mijara nekirina testa virûsa koronayê (Covîd-19) di rojevê de ye girtîgeh. Girtiyên ku nîşaneya nexweşiyê pêre hene test nayên kirin û girtî nayên tedawîkirin. Ev tişt di nava raya giştî de bû sedema tirs û fikaran. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) Esîn Çelîk, ji ajansa me re behsa rewşa Girtîgeha Bakirkoyê kir. 
 
Esîn, destnîşan kir ku li girtîgehan grevên birçîbûnê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku li girtîgehan grevên birçîbûnê destpêkir, binpêkirina mafan jî zêdetir bû. Leşker bi ser qawişan de digire û ev tişt jî dibe sedema belavbûna nexweşiya koronayê. Herî dawiyê li Girtîgeha Edîrneyê Abdurrahîn Demîr ê nexweşiya wî giran bû bi virûsê ket. Li Gebzeyê 9 girtiyên jin bi virûsê ketin. Vê hefteyê jî girtî bi rêya telefonê agahî dan malbata xwe û gotin 'li Girtîgeha Sîlîvriyê 3 hevalên me bi virûsê ketine'. Ev tişt mirovan dixe nava fikaran." 
 
Esîn, diyar kir ku ligel nîşaneyên nexweşiya vîrûsê test nayên kirin û got: "Derbarê mijarê de girtî daxwazname dane. Hin qawişan 20 girtî hene û gelek ji wan nexweşiyên wan ên kronîk hene. Heke test neyên girin dê çawa bê zanîn ku gelo ev kes nexweş in an na? Divê li hemû girtîgehan test bên kirin û girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Li gorî agahiyên ku em gihaştine girtiyên ku piştî nexweşxaneyê tên li girtîgehê di bin karantînayê de dimînin. Lê di karantînayê de nayên dermankirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê gelek girtî tenduristiya wan xirab e. 
 
Esîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nêzîkatiya îqtîkarê: "Îqtîdar tu carî binpêkirina mafên girtiyan qebûl nake. Ji xwe tiştekî nakin. Hûn jî dizanîn demên borî nîqaşên lêgerîna bi tazî di rojevê de bû. Lê îqtîdar li dijî vê yekê derdikeve. Her wiha di hêla derzikirina girtiyan de jî heta îro tu gav nehatiye avêtin. Bersiva daxweznameyan nayên dayîn. Hem pandemî û hem jî grevên birçîbûnê mirovan dixe nava fikaran. Divê rayedar demildest gav bavêjin."