‘Jin di xizaniyek mezin de ne’

  • 09:05 24 Gulan 2021
  • Rojane
 
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneran, der barê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’  ya meclîsa jinan a HDP’ê de axivî û der barê serdanên li herêma Anatolya Navîn de nirxandin kirin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê lingê ewil ê kampanyaya ‘ji bo jinê edelet’ li herêma Egeyê Îzmîr û Sokeyê ya Aydinê bi hevdîtinên ‘ji xizaniya jinê re na’ di meha nîsanê de da destpêkirin. Lingê duyem jî li Herêma Anatolyaya Navîn li navçeya Balayê ya Enqereyê û li Kulu û Cîhanbeylîyê ya Konyayê da destpêkirin.
 
 Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneran ku di serdana, karkerên jin ên demsalî de cih girtin, der barê kampanyayê de nirxandin kirin.
 
‘Li navenda Enqereyê ne înternet ne jî tablet heye’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz da zanîn ku  Meclîsa Jinan a HDP’ê xebata ewil li Egeyê dane destpêkirin û gelek erênî derbas bûye. Dîlşatê bi lêv kir ku bi motîvasyona xebata li Egeyê re lingê duyem li herêma Anatolya Navîn, li navçeya Balayê ya Enqereyê û  dane berdewakirin û  wiha pê de çû: “ Em ê xebata li Anataloyaya Navîn di rojên pêş de bidomînin. Me pirsgirêkên jinan, xizanî li cihê wê tespît kir. Me bi jin û zarokan re sohbet kir. Gelek zarok bi malbatên xwe re ji herêmê wek karkerên demsalî hatine û di kon de dijîn.  Wek hûn dizanin di perwerdehiyê de rastiyeke ‘EBA’ heye. Yek ji rewşên herî zêde bal kişand ev bû. Zarok nikarin perwerdehiyê bibînin. Ji ber ku ne tablet û ne jî înternet heye. Desthilatdariyê gotibû me înternet biriye her gundî, her malî. Lê em li navenda Enqereyê Balayê ne. Ne cihekî dûr e. Ji bo zarokên vir ne înternet û ne jî tablet heye. Av, ceyran û tuwalet tune ne. Me gund û welatiyên li ser erdan dixebitin ziyaret kir.”
 
‘Li vir xizanî ji kûrahî tê hîskirin’
 
Dîlşatê bi lêv kir ku wek parlamenterên HDP’ê di heman demê de li taxan jî xebat meşandine û li taxan jî xizaniyek mezin heye û wiha dawî lê anî: “Mirovên ji warê xwe koçber bûne hene. Me di tiştên di konan de tên jiyîn dîtin. Di kon de zor û zehmetiya jin dijîn, me dît. Ne serşo ne destşo, hewcedariyên mirovahî yên sereke tune ne. Birçîbûn ji xwe serkêşiyê dike. Li ser erdan di bin siya cendermeyan de û bi mêran re dixebitin. Mirov bi rastî xizaniyê li vir ji kûrahî hîs dikin. Xebatên HDP’ê ne tenê li ser xizaniya jinan, em meclîsa jinan jî xebatan dimeşînin. Me daxwazên karkeran girt û em ê bibin meclîsê. Mirov ji bo çend quruşan qezenc bikin ji warê xwe tên li ser axa biyanî têkoşîna jiyanê didin. Em ê daxwaz û zor û zehmetiyên jinan vebêjin.”
 
‘Me pirsgirêka jinan bir meclîsê’
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî di serdana li herêma Egeyê de cih girt û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Me bi jinên li ser erdên fêkiyan dixebitin, paqijiya mîdyeyan dikin û di karên din de dixebitin re hevdîtin kirin. Me pirsgirêkên jinan bi hevkariya parlamenterên xwe bir meclîsê. Me bi jinên li navçeya Balayê ya Enqereyê li ser erdên kartol, pîvaz û pincar dixebitin re hevdîtin kir. Me li pirsgirêkên wan guhdar kir û me got em ligel we ne. Pirsgirêk û bi taybet jî xizaniya li wir wê parlamenterên me bigirin rojeva xwe û bibin meclîsê. Jinên di konan de dijîn bi rastî pir zehmetiyan dikşînin. Tuwalet, serşo av tune ye, zarok ji perwerdeyê bêpar in.  Jin hem li ser erd dixebitin û hem jî kar û barê lênerîna malê û zarokan dikin.”
 
‘Di pandemiyê de jin xizantir bûn’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Desthilatdariya AKP-MHP û dîktatoriya faşîst herî zêde ji xizaniya jinan xwedî dibe. Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de jin mahkûmê xizanî û kuştinê hatin kirin. Jin di pandemiyê de zêdetir xizan bûn. Di vê mijarê de ji aliyê AKP’ê ve şîdeta li ser jinan dihat meşandin hîn bêtir giran bûye. Li hember jinan û LGBTÎ'yan êrîşek mezin mijara gotinê ye. Bi feshkirina peymanê jin daketin kolanan. Di 8’ê Adarê de jin li dijî şîdetê li kolanan bûn. Em ê piştevaniya xwe bi jinan re bidomînin. Em tu car dest ji mafên xwe bernadin.”