18’emîn Xala Peymanê: Ger pêk bihata wê hinekan negota ‘ka mafê mêran’

  • 09:03 24 Gulan 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Berîvan Turan bi gotinên wekê ‘Ger xal pêk bihata wê hinekan pirsa ‘ger jy mafê jinan heye wê demê ka mafê mêran?’ nepirsiya. Ji ber ku wê bizanîbûna  dema mafê jinan tê gotin ekstra behsa maf nedikirin û tişta em behsa wê bikin mafê mirovan ê di asta asgarî yê jina ye’ û xala 18’an a Peymana Stenbolê nirxand.
 
 Di 20’ê Adarê de bi biryara serokomar Tayyîp Erdogan re Peymana Stenbolê hat feshkirin û têkoşîna jinan li dijî fesihkirina peymanê didome. Jin diyar dikin ku Peymana Stenbolê ya wan e. Di rêzenîvîsa me ya xalên Peymanê de îro jî em balê dikişînin ser xala 18’emîn. 
 
Berpirsyariyên xala 18’emîn wiha ne:
 
1-Alîgir ji bo hemû mexduran li dijî  şîdetên di biparêze, wê tedbîrên qanûnî û yên din bigire.
 
2-Welatên alîgir li gorî hiqûqa hundir, li gorî tiştên di xalên 20 û 22’emîn yên peymanê de tên vegotin, xizmetên piştgiriya pisporan û giştî jî têde, mexdur û şahidan li dijî her cureyê şîdetê diparêze û piştgiriyê didê.  Yekîneyên darazê, dozger, hêzên ewlehiyê, rêveberiyên herêmî û hemû saziyên dewletê yên têkildar bi saziyên civaka sivîl û dezgeyan re bi hevkarî, ji bo mekanîzmayan temîn bike, wê tedbîrên qanûnî û yên din bigirin.
 
3- alîgir li gorî vê beşê  tedbîrên digirin;
 
*Li dijî şîdeta li hember jinan û şîdeta nav malbatê, li gorî feraseteke xwe dispêre zayenda civakî û wê li ser mafê mirovan ya mexduran û ewlehiya wan bisekine,
 
* Têkiliyên navber mexdur, kesên di bin sedema mexduriyetê û zarokan de û hawira civakî divê li ber çavan bê girtin û xwe bispêre nêzîkatiyeke giştî,
 
*Divê bê armanckirin ku ji mexduriyeta duyem, bê parastin,
 
*Divê armanca xurkirina mexduran û serxwebûna aborî bê armanckirin,
 
*Li gorî cihê wê, divê pergalên parastin û piştgiriyê di heman avahiyan de bin,
 
*Zarokên mexdur jî tê de, divê li gorî hewcedariyên spesîfîk yên mirovên di asta hesas de be û ev derfet ji bo mexduran bê temînkirin.
 
4-Xizmetên mijara gotinê ne, ji dayîna îfadeyan û dozên tên vekirin, serbixwe wê bên pêkanîn.
 
5-Welatên alîgir li gorî hiqûqa navneteweyî, ji bo hemû welatiyên ku mafê wan bi piştgirî û parastinê heye, wê tedbîr û xizmetên di cih de bên girtin.
 
Parêzera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Berîvan Turan  Peymana Stenbolê wek ‘Destura Bingehîn a Jinan’ bi nav kir û xal wiha şîrove kir: 
 
“Xala 18 xalek bi nirx û berfirehe. Di peymanekê de em dikarin b^jein ku kalila wê ye û hema hema tekabulê hemû Qanûna hejmar 6284 dike ye. Beriya ku em bêjin xala 18’an pêk hatiye, divê em bêrin ku xal çi talîmatê dide.
 
Bernameyên perwerdê pêşniyar dike
 
Tirkiyeyê di 8’ê Adara 2012’an de bi armanca peyman bikeve jiyanê qanûna hejmar 6284 qebûl kir. Gelo vê têr kir?Di peymanê de hinek tedbîrên hatine vegotin û di qanûna hejmar 6284 de tune hene. Em çend heban vebêjin. Peyman bernameyên perwerdê yên di mijara tedbîran de ji bo jinan pêşniyar dike.  Peyman ‘li ber çavê zarokan sûc kirin’ wek sedema cezayê giran pêşniyar dike. Dema mirov li vê dinêrin girîngiya peymanê  tê dîtin.
 
6284 bi têkoşînê hat qezenckirin
 
Dîsa peyman der barê şîdeta li hember jinan de di civakê de pêkanîna anketan pêşniyar dike. Ev jî yek ji tedbîrên girîng e. Bi saya anketên wisa gel dibe xwedî agahî, hem jî li hember peymanê mereqek çêdibe û her tim mijara şîdetê di rojevê de dimîne û li dijî mijarên wisa hestiyarî çêdibe. Di encamê de em dibînin ku Qanûna hejmar 6284 li gorî Peymanê di hinek esasan de qels dimîne. Lê dîsa jî qanûn gelek girînge û bi têkoşîna jinan hat qezenckirin.
 
Di rêgezên xalê de dibêje ku ‘şahidan li dijî her cureyê şîdetê diparêze’. Di hiqûqa me ya hundir de di Qanûna Dadgehên CEzayê de cih dane şahidiya veşarî lê di Qanûna Dadgehên Hiqûqê de cih nedane muesseseya şahidiya veşarî. Lê kesên şahidiya şîdeta li ser jinan dikin, dikare bixwaze şahidiya veşarî bike. Lê ji ber vê sererastkirina şaş a di hiqûqa me de dikare ji ber ewlehiya xwe dest ji şahidiyê berdin.
 
Bi STK’yan re hevkarî pêk nayê
 
Her wiha di rêgezên xalê de tê ferzkirin ku bi STK’yan re hevkarî bê kirin û  di xala 16’an a Qanûna Hejmar 6284’an de  tê diyarkirin ku di navbera saziyan de koordînasyon û ji bo xebatkarên cemawerî di mijara zayenda civakî de perwerde bê dayîn. Tevî di hiqûqa hundir de ev cih digire jî em dikarin bêjin ku ev xal pêk nayê.  Em dikarin bêjin ku hevkariya bi STK’yan re jî nayê kirin û pêşî li xebatên STK’yan tê girtin.
 
Li ser mafê mirovan yê mexduran tê sekinandin
 
Di rêgeza sêyem a xalê de tê diyarkirin ku divê mafê mirovan yê mexdur esas bê girtin. Lê em dikarin bêjin ku ev xal di alî pêkanînê de beramberiya xwe girtiye. Mînak dema em li dadgehan daxwaza biryarên tedbîrê dikin, ji ber jiyana gumanbar di asta jor de tê dîtin daxwaza met ê redkirin.
 
Jin tenê ji ber jine tê kuştin
 
Em dikarin bêjin ku şîdet tenê wek xalek qanûnê maye û meha borî wezareta karê hundir ligel kuştinên jinan, bi navê kuştinên mêran jî îstatîstîkek aşkera kir. Ev têgeha kuştinên mêra ya ji aliyê wezaretê ve hat aşkerakirin, bi tena serê xwe nîşan dide ku rewş çiqas karasete. Dewlet li dijî tedbîrên pêk nayne jî li gorî xwe berpirsyariyên xwe jî vedişêre.Yên mêr dikujin jî dîsa mêrin.  Her wiha jin jî be mêr jî be, kuştin sûc e.  Lê em dibêjin ku jin ne ji ber sedemekê, tenê ji ber jin in tên kuştin.
 
Jin her tim tên mexdurkirin
 
Dîsa di rêgeza sêyem de tê gotin ku ji mexduriyeta duyem a jinê xwe dur bigirin. Di alî pêkanînê de mixabin dîsa pirsgirêk tên jiyîn. Em mînak bidin; jin li salona runiştinê bi gumanbarê şîdetê re tên rû hev, dibe ku jin vê naxwazin, ji ber dikare mexdur bi derfetên elektronîk tevlî runiştinê bibe. Berovajî dikare mexduriyeta duyem bê jiyîn. Gelek mînakên din hene. Ev li ser jinê rê li ber travmayek nû vedike. 
 
Di rêgeza sêyem de dîsa tê diyarkirin ku divê jinên mexdur bên xurtkirin û di alî aborî de serxwebûna wan pêk bê. Lê mixabin ji bo jinan derfetên kar nayên pêkanîn. Yek ji talîtama din ya rêgeza sêyemîn ev e ku tedbîrên îstîhtamê pêk bên. 
 
Dadgeh me dide zorê
 
Di rêgeza çaran a xalê de, tê diyarkirin ku divê biryarên tedbîra paratsinê bê girtin lê dadgeh pirsên wekê ‘we berê di vê mijarê de gilî kiribû?’ dipirsin û delîl û belgeyan ferez dike.  Lê di peymanê de tê gotin ku hewce bi gilîkirinê nîne û  pêkhatina şîdetê têr dihesibîne. Dadgeh di vê mijarê de me gelek didin zorê.
 
Di rêgeza 5’an de jî di seferatxaneyan de parastina welatiyan tê pêşniyarkirin, lê mixabin pêkanîna vê jî tune ye.
 
Ger xal pêk bihata
 
Wek xalên din mixabin, xala 18’an a peymanê jî pêk nehat. Ger îro ev xal pêk bihata wê hemû welat li dijî  hewldana feshkirinê serî hilbida. Wê  her kesî bizanibûna ku tunebûna peymanê rê li ber çi vedike. Bêguman xala 18’an têr nake, divê polîtîkayeke giştî li dijî şîdetê pêk bê. Ji ber vê jî Peyman gelek girîng e. Yanî esasa gotinê; Wê Tirkiye hîn bêtir welatekî xweş bûna. Yanî di hiqûqa me ya hundir de qanûna hejmar 6284 her çiqas gelek girîng û bi nirx be jî, divê neyê jibîrkirin ku Peymana Stenbolê ferze û gelek girîng e.