Tecawiz, şîdet û êrîşên nîjadperest: Têkoşîna jiyanê ya penaberan

  • 09:02 24 Gulan 2021
  • Rojane
Habîbe Eren
 
STENBOL - Penaberên ji ber şerê Sûriyeyê welatên xwe ter kirin, li welatên dimînin 10 sal in têkoşîna jiyanê didin.  Yek ji welatên ku herî zêde penaberên Sûriyeyê lê ne Tirkiye ye û ji ber tecawiz, şîdet, binpêkirinê jiyana wan zehmetir dibe.
 
Li Sûriyeyê di 2011’an de ji ber şerê hat jiyîn penaber neçar man welatê xwe terk bikin û welatê ku herî zêde lê bi cih bûn jî Tirkiye bû. Di 10 salan de penaber li welatên bi cih bûn rastî gelek binpêkirinên mafan hatin. 
 
Bîrînên penaberan piştî şer hîna nehatine kewandin û rastî her cureyê binpêkirinan, gotinên nefretê, şîdetê tên. Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2020’an ya ‘Di 2020’an de binpêkirinên mafan ên li hember penaberan’, di serlêdanên penaberan ên li ÎHD’ê hatiye kirin de herî zêde, daxwaza parastina navneteweyî, binpêkirina qedexeya şûndeşandinê, daxwaza starbûna li Tirkiyeyê, îşkence û binpêkirin û her wekî din. Her wiha betalî, binpêkirina perwerde, îstîsmara zayendî, binpêkirina mafê xebatê, binpêkirina mafê gerê dertên pêş.
 
Hejmara penaberên Sûriyeyê
 
Li Tirkiyeyê penaberên di bin qeydê de ji 31’ê Adara 2021’ê şûnde li gorî meha berê 9 hezar û 421 zêde bûye û bi giştî bûye 3 mîlyon û 665 hezar û 946.  Mîlyonek û 737 hezar û 502 zarokên di navbeta temenê 0-18’an de ne. Hejmara Sûriyeyên li kampan dijîn jî ji 13’ê Çileyê 2021’ê şûnde 58 hezar û 752 hat aşkerakirin.
 
Tecawiz û îstismar
 
Der barê bûyerên tecawiza li hember jinên Sûriyeyê daneyek fermî tune ye. Piranî tecawiz li kampên AFAD’ê yên girêdayê wezareta karê hundir tên jiyîn. Berê jî hatibû rojevê ku li van kampan jinan dikin nava tora fuhuşê. Her wiha zarokên penaberan, pêkanîna ku herî zêde pê re tên rû hev îstîsmara zayendî ye.
 
Êrîşên nefretê
 
Li gorî rapora ÎHD’ê di 2020’an de 4 penaber di  êrîşên nefretê de jiyana xwe ji dest dane.
 
Îşkence û pêkanînên xerab
 
Li gorî rapora ÎHD’ê di salekê de 18 penaber di bin çavan de rastî îşkence û pêkanîna ne baş, 6 penaber jî di encama îşkenceya hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane.
 
Zarokên winda
 
Li gorî daneyên Îradeya Koçberiyê ya Wezareta Karê Hundir a sala 2021’ê, hejmara penaberên Sûriyeyê yên navbera temenê  10-18’yî de 660 hezar e. Ji sêyan yek zarok di karên cuda de dixebitin. Li gorî daneyan 300 hezar zarok bê xwedî ne, 30 hezar tenê li Stenbolê dijîn.
 
Cînayetên kar
 
Li gorî rapora Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) a sala 2020’an,  110 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dane û ji van 48 Sûriyeyî ne.
 
Bêstatubûna jinên penaber
 
Her wiha jinên penaber ji ber xizanî û bêstatûbûnê, hêza erzan a kar tên dîtin.  Piranî wek karkerên demsalî, di tekstîlê de dixebitin.  Jinên penaber di mafên perwerde, tenduristî, xebat, zewac, destberdanê de jî pisgirêkan dijîn.
 
Bêguman di giranbûna pirsgirêkên penaberan û hedefgirtinê de, rola çapemeniyê girîng e. Bi taybet li ser çapemeniya civakî nûçe û agahiyên qirêj ên der barê penaberan de tên weşandin. Ligel vê jinên penaber ên Sûriyeyê bi îmgeyên negatîf ên weke ‘hevjîna duyem’ û ‘malbatê xera dike’ tên venasîn.
 
Di bûyerên destdirêjî û tecawizê de nikarin serlêdanan bikin
 
Her wiha di rewşên destdirêjî û tecawizê de, jinên penaber ên serlêdanê dikin û encamekê nagirin an jî ji ber fikaran serlêdanê nakin, di çapemeniyê de wek ‘objeya zayendî’ tên pêşkêşkirin. Roleke din a çapemeniyê ev e ku bûyerên destdirêjî û tecawizê rewa dikin û bûyer wek îdia tên dayîn û gumanbar tên parastin.
 
Di Tîrmeha 2017’an de tecawiz li Emanî Al-Rahmun  hatibû kirin û bi zarokê wê re hatibû qetilkirin. Vê bûyerê jî sînorên şîdeta li hember jinan nîşan dabû. 
 
Peymana Stenbolê û rola çapemeniyê
 
Peymana Stenbolê ya ku ji aliyê serokomar ve hat feshkirin û her xala wê mafê jinan diparast, berpirsyariyên girîng dide ser milê dewletên alîgir ku pêşî li zimanê çapemeniyê ku şîdetê rewa dike, bigire. 17’emîn xala peymanê wiha ye:
 
1- Welatên alîgir di mijara ku çapemenî li dijî şîdeta li ser jinan pêşî bigire û rêzdariya li hember jinê zêde bike de, wê polîtîkayan ava bike, pêk bîne û di van mijaran de ji bo klavuz bên amadekirin û standartên xwe ava bike wê tevlîbûnê teşwîq bike.
 
2. Alîgir, bi aktorên sektora taybet re di hevkariyê de, di nav zarok, dê û bav û hîndekaran de, ji bo ku li dijî hawira ragihandin û zanîna ku şîdet û zayendê dihewîne, biparêze, wê rêbazên xwe pêş bixîne û belav bike.