ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 24 Gulan 2021
  • Rojev
*Li Kerşafê 4 xizmên hevdu di heman demê de di salên 1995’an de hatin windakirin. Malbatên windayan ên 26 sal in li wan digerin wiha gotin:"Ev 26 sal in em ji gund neçûne cihekî din. Me got dibe ku dema werin, me nebînin. Em hîna li benda wan in."DÎMEN HEYE
 
*Penaberên ji ber şerê Sûriyeyê welatên xwe ter kirin, li welatên dimînin 10 sal in têkoşîna jiyanê didin.  Yek ji welatên ku herî zêde penaberên Sûriyeyê lê ne Tirkiye ye û ji ber tecawiz, şîdet, binpêkirinê jiyana wan zehmetir dibe.
 
*Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Berîvan Turan bi gotinên wekê ‘Ger xal pêk bihata wê hinekan pirsa ‘ger jy mafê jinan heye wê demê ka mafê mêran?’ nepirsiya. Ji ber ku wê bizanîbûna  dema mafê jinan tê gotin ekstra behsa maf nedikirin û tişta em behsa wê bikin mafê mirovan ê di asta asgarî yê jina ye’ û xala 18’an a Peymana Stenbolê nirxand. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneran, der barê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’  ya meclîsa jinan a HDP’ê de axivî û der barê serdanên li herêma Anatolya Navîn de nirxandin kirin.
 DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MATUHAY-DER'ê Esîn Çelîk, diyar kir ku li Girtîgeha Bakirkoyê kesên ku nîşaneyê nexweşiya koronayê hene test nayên kirin û got: "Girtiyên ku nexweş nayên tedawîkirin û li kowişên karantînayê de ten girtin." BI DÎMEN