Dê Mehmet Agar û bersûcên hevkarên wî ji nû de bên darizandin

  • 15:27 23 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqereyê, di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên hevkarên wî ji nû ve bên darizandin. 
 
Doza JÎTEM'ê ya Enqere û bajarên derdora wê, ya têkildarî înfaz û windakirina 19 kesên ku di salên 1993-1996'an de rû dabû, di 13'ê Kanûna 2019'an de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin. Dadgehê wê demê biryara beraetê dabû. Doza JÎTEM'ê wekî "Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê dihat pênasekirin. 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqereyê, biryara beraetê xera kir. Dadgehê, di doza JÎTEM'ê ya Enqereyê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin. 
 
Pervîn Buldan derbarê mijarê de daxuyanî da
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê hevjînê xwe û hevalên wî yên hatin qetilkirin de daxuyaniyek da kurt da û got: "Bi salan e em dibêjin û em niha dîsa dibêjin. Savaş Buldan û hevalên wî ji aliyê rêveberên dewletê ve hatin qetilkirin. Kesên ku qetil kirin bi rêk û pêk nehatin darizandin û ji dozê beraet kirin. Em niha dîsa vedigerin serî û em ê hewl bidin ku bên darizandin..."