TJK-F: Divê jinek jî bê rêxistin nemîne

  • 11:04 23 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F'yê Kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jinê ya azad û civaka azad e" li Navenda NCDK'ê ya Parîsê li dar xist. Di konferansê de bal hat kişnadin ser Kampnaya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" û girîngiya rêxistinkirina jinê. 
 
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F), Kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî bi beşdariya delegeyên ji tevahiya Fransayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Parîsê li dar xist. Kongre roja Şemiyê saet di 11:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê, rojeva kongreyê hate diyarkirin.
 
Di beşa nirxandina rewşa siyasî de işaret bi têkoşîna tevgera jinên kurd a li Rojhilata Navîn û Cîhanê hate kirin û hate ragihandin ku jin li gelemperiya cîhanê pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Herwiha hat destnîşankirin ku ji Kurdistanê heta Arjantînê, ji Efrîkayê heta Latîn Emerîkayê li gelek herêmên cîhanê jin li qadan, li nava refên têkoşînê, bi rola pêşengiyê radibin û hate gotin ku jinên Kurd jî bi têkoşîna xwe bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû jinan.
 
Di kongreyê de li gel xwendina rapora li ser karê salekê, her wiha pirsgirêkên rêxistinbûnê jî hatin nirxandin. Têkildarî kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" delege hatin agahdarkirin û piştre karên dema derbasbûyî bi berfirehî hatin nirxandin.
 
'Divê jinek jî bê rêxistin nemîne'
 
Di kongreyê de hat destnîşankirin ku ji bo jin hîn bêhtir xwedî li têkoşîna xwe derkevin divê amûr û projeyên rêxistinê hîn bêhtir bên afirandin û girîngiya dirûşma "Jin azad nebe civak azad nabe" a rêxistinbûna jinê hate destnîşankirin. Di kongreyê de bi dirûşma "Divê jineke bi tenê jî dûrî rêxistiniyê nemîne" pêvajoyeke nû hate destpêkirin.
 
Piştî nirxandinan, bi yekdengiya delegeyên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê, rêveberiya ji 5 kesan hate diyarkirin. Weke karê destpêkê yê serdema nû ya kar jî hate ragihandin ku wê beşa duyemîn a kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" bê xurtikirin. Kongre bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.