ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê

  • 09:00 23 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Pêşbirka “Te go erê” pêşbirkeke di warê çand, wêje, felsefe û aktuelê de hîn dike ye. Pêşbirk bi kurdî ye û xizmeta zimanê kurdî dike. Ji bo ku hûn çand, dîrok û wêjeya xwe li gel coş û kelecanê hîn bibin pêşbirka “Te go erê” temaşe bikin û bidin temaşekirin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Hevjîna Ebûbekir Denîz, Dîvan Denîz, 20 sal in ji bo edalet pêk bê û kujer bên darizandin lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Dîvan diyar kir ku 20 sal in li pêy edaletê ne û got: "Heta dawiya emrê xwe ez ê li pêy doza xwe bim û ez ê xwe bighînim cenazeyê xwe." BI DÎMEN
 
*Hevberdevka MKGP’ê Ayşe Guney  xala 17'emîn a Peymana Stenbolê nirxand û diyar kir ku çavkaniya şîdetê ne îfadeyên ku pir zêde di çapemeniyê de dertên yên weke ‘pirsgirêk derûnî’ an jî ‘cînetê’ ye û got sedem newekhevî ye. Ayşeyê da zanîn ku ew bi çapemeniyeke ku newekhevî, şîdet û kuştinan rewa dikin re rû bi rû ne û di vir de alava herî bi bandor a têkoşînê, peyman e.