Li Bismilê jinek bi rêya tundiyê hat qetilkirin

  • 12:11 22 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - Li Bismilê derket holê ku di şerê navbera malbatekê de Sevgîl Fîdan piştî tundiya ku ji hêla birayê wê Nîhat Fidan ve lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.
 
Sevgîl Fîdan a li Gundê Hucetî yê Bismilê ya Amedê dijî di 13’ê Gulanê de dema di navbera malbata wê de şer derdikeve birayê wê Nîhat Fîdan tundiyê lê dike. Li gorî agahiyên hatine girtin di dema şer de kesên ku nasnameya wan ne diyar bi Nîhat Fîdan re êriş li Sevgîlê kirine.
 
Li gorî ku agahiyên şahidan dane piştî tundiyê ji ber ku rewşa Sevgîlê giran dibe wê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Lê xebatkarên tenduristiyê ji xizmen wê re dibêjin “Rewşa wê giran e, divê hûn bibin nexweşxaneya Amedê” û piştî ve yêkê xizmên Sevgîlê şûna nexweşxaneya Amedê wê dîsa dibin malê.
 
Roja din dema rewşa Sevgîlê girantir dibe wê dibin nexweşxaneyek li Amedê û dibin beşa lênihêrîna giran û li wir tê dermankirin.  Sevgîlê piştî rojekê jiyana xwe ji dest dide.
 
Cenazeyê Sevgîlê doh ji hêla malbata wê ve ji morga nexweşxaneyê hat girtin û li Gundê Hucetî hat veşartin.  
 
Her wiha hat zanîn ku dê di derheqê bûyerê de lêpirsin bê destpêkirin.
 
Ji aliyêkî din roja bûyer qewimiyî leşker hatine gund û ên êriş li  Sevgîlê kiribûn xistibûn bin çavan. Leşkeran piştre jî yên êriş li Sevgîlê kiribûn bi hinceta “Şerek di navbera malbatê de ye” berdane.  Her wiha agahî ji kujerê Sevgîlê Nîhat Fîdan nayê girtin û leşker ji doh ve li gund nobetê digirin.