Tecawizkar hat girtin

  • 10:35 22 Gulan 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê zarokek bi êrişa zayendî re rûbirû mabû. Tecawizkar hat girtin. 
 
Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê V.A.Û. (16) ku beriya sê rojan tecawizê zarokekî kiribû û piştî bûyer derket holê, tecawizkar hatibû binçavkirin. Doh piştî îfadeya V.A.Û. li emniyetê hat girtin, wî sewqê Edliya Qilebanê kirin. Dozgeriyê piştî ku îfade girt, bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê kir. Dadgeh jî biryara girtina wî da û wî şandin girtîgehê. 
 
Her wiha hat zanîn ku di dosyeyê de “biryara veşartinê” heye.