177 roj in çalakiya greva birçîbûnê didome

  • 09:08 22 Gulan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 36'emîn di roja 177'emîn de didome.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 36'emîn di roja 177'emîn de didome. 
 
Greva li Yewnanîstanê 139 roj in didome
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 139'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
Serlêdana ji bo Komisyona Mafê Mirovan