'Hedefa me ew e ku em gavê bi wan bidin avêtin'

  • 09:06 22 Gulan 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
SÊRT - Parêzera Baroya Sêrtê û endama Platforma EŞÎK'ê Sîbel Guneş Tardu, ‘Pêvajoya şopandina parlamenteran’ ya ku EŞÎK’ê daye destpêkirin nirxand û got: “Bi saya vê pêvajoyê  em ê fêr bibin ku çiqas li mafê jinan jî digerin.”
 
Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) ji 10’ê Gulanê şûnde daxuyaniya ‘ji 7 herêmên Tirkiyeyê û 81 bajarên wê bi sedan jinî parlamenterên xwe girtiye şopandinê’ weşand. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku EŞÎK ji gulana 2021’ê şûnde bi armanca, piştî feshkirina Peymana Stenbolê ku mafekî hatibû bidestxistin a jinan bû, wê parlamenteran bigirin bin şopandinê. Di kampanya hatiye destpêkirin de ji herêmê baroyên Amed, Êlih û Sêrtê jî cih digirin.
 Endama Platforma EŞÎK  û parêzera Baroya Sêrtê Sîbel Guneş Tardu der bare kampanyayê de agahî da.
 
‘Hedefa herî mezin ev e ku bi wan şûnde gavê bidin avêtin’
 
Sîbelê bi bîr xist ku di rojnameya fermî de hatiye aşkerakirin wê peyman di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê bê rakirin û wiha pê de çû: “Li dijî dijhiqûqiya feshkirina Peymana Stenbolê, EŞÎK’ê ‘pêvajoya şopandina parlamenteran’ daye destpêkirin. Hedefa me ya herî mezin ev e ku ji feshkirina peymanê şûnde gav bê avêtin. Her wiha piştî biryara feshkirina peymanê, parlametneran faliyeteke meşandiye an na,  der barê vê de em ê raporekê amade bikin ku rayagiştî bibîne. Bi vî awayî em ê fêr bibin ku der barê jinan de çiqas hatiye axaftin û der barê mafên wan de çi hatiye kirin. Armancek din jî ev e ku zext li ser meclîsê bê avakirin. Ji bo der barê jinan de zêdetir gotin bên gotin em ê parlametneran bişopînin. Em jin têkoşîna xwe rêxistinkirî dimeşînin û em li vir in.”
 
‘Wê şopandineke sê periyot hebe’
 
Sîbelê her wiha bi lêv kir ku wê ji 81 bajarî jin parlamenteran bişopînin û wiha berdewam kir: “Ev şopandin bi periyotên 15 rojan wê heta 1’ê Tîrmehê bê berdewamkirim. Teşeyê ewil a şopandina me, wê ji ser hesabên çapemeniya civakî yên parlamenteran be û em ê ji wir bişopînin ku ka çi parve dikin û çi dikin. Ya duyem jî axaftinên meclîsê, daxuyaniyên wan ên nav partiyê û ya sêyem jî parvekirinên wan yên di çapemeniya herêmî de be. Piştre em ê raporekê amade bikin û pêşkêş bikin.”
 
'Em ê şopandina gelek tiştî bikin'
 
Sîbelê anî ziman ku meclîseke mêr heye û ev tişt daxuyand: “ Em ê li gotinên ‘bayan û jin’ binêrin ka tê bikaranîn an na. Yek ji sernavên herî girîng ev e;Em ê binêrin ka têkiliya wan bi STK’yan re di kîjan astê de ye. Çavkaniya esas a zexta li ser meclîsê hevkariyên bi STK’yê re ne. Piştre jî em ê şopandina rewşa xizaniya jinê, gotinên neferetê yên li hember LGBTÎ’yan, kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan bikin. Her wiha parêzer di serdanên xwe de cih çawa tercîh dikin? Cihên tên tercîkirin zayendperestin an na? Mînak, qehwe ye, kuluba sporê ye. Em ê li van binêrin. Em ê şopandina gelek tiştî bikin.”
 
Sîbelê dawiya axaftina xwe wiha anî: “Niha em di nav xwe de li Amed, Êlih, Sêrtê xebatê dimeşînin. 7 herêmên cuda hene. Yanî ez dikarim bêjin sazbûneke tevlihev, koordîne bû. Em ê bi awayekî çalak xebatên xwe bimeşînin.”