Xala 16’emîn a Peymana Stenbolê: Bernameyên mudaxaleya pêşîgirtinê

  • 09:04 22 Gulan 2021
  • Peymana Stenbolê
Sena Dolar
 
STENBOL - 16’emîn xala Peymana Stenbolê bal dikişîne ser ‘Bernameyên dermankirin û mudaxaleya pêşîgirtinê’.  Pispor Derûnas Alanur Azalp xal nirxand û ev tişt vegot: “Ger kes ji ber sûcê şîdetê bê girtin divê perwerde û dermankirin li wir bê destpêkirin. Divê dermankirin ferz be. Em dizanin ku ev sûc li ser kes mayînde dibe û her car pêk tîne.”
 
Peymana Stenbolê ku di 20’ê Adarê de ji aliyê serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat feshkirin, rakirina ji meriyetê jî wek 1’ê Tîrmehê hat diyarkirin. Têkoşîna jinan a li dijî vê didome û di rêzenivîsa ku em xalên peymanê digirin dest de îro em cih didin xala 16’emîn.
 
Xala 16- Bernameyên dermankirin û mudaxaleya pêşîgirtinê
 
1-Welatên alîgir ji bo pêşîgirtina bûyerên şîdetê û bi armanca guhertina qalibên xwe dispêre şîdetê, ji bo kesên hewl didin şîdetê di nav malê de pêk bînin, divê bernameyên perwerdehiyê ava bike an jî tedbîrên qanûnî û yên din bigire.
 
2 Welatên  alîgir, ji bo kesên sûc kirine,  ji bo dîsa sûc nekin, divê bernameyên perwerdehiyê ava bikin an jî tedbîrên piştgiriyê yên qanûnî wê bigirin.
 
3-Welatên alîgir li gorî  fikrayên 1 û 2, bi armanca ewlehiya mafê mirovan a mexdûran bigire bi xizmetên piştgiriya taybet, di kordînasyona nêz de bernameyên perwerdehiyê bên dayîn.
 
 Pispor Derûnas Alanur Ozal rêgezên di xala 16’emîn de cih digire ji ajansa me re nirxand.
 
“Xala 16’emîn ji hemû xalan a herî girîng e. Komên bi rîsk tên tespîtkirin, ji bo van koman ji aliyê pisporan ve divê perwerdehî bê dayîn. Di vir de ya herî girîng ev e ku bi giştî pêşî li şîdetê bê girtin. Ji bo pêşîgirtina şîdeta zayendî jî divê perwerdehî bên dayîn. Ne tenê ji bo carekê divê bi rêk û pêk bê. Di heman demê de divê li girtîgehan jî bi rêk û pêk perwerde bê dayîn. Girtîgeh malên islahê ne lê li gorî min der barê islahê de tiştek nayê kirin. Der barê ku dermankirineke tê kirin de me agahî negirt. Pêkanîna xala 16’an pêkan e. Gelek pispor ji bo pêşîgirtina şîdetê ji bo bernameyên perwerdeyê amade ne. Bêyî ku zêde kes zirarê nebîne divê ev pêk bê. Divê bi awayê ‘me carekê kir, ji bo ev rêbaza me pêk aniye’ nabe. Divê lêkolîn bên meşandin dane bên girtin. Der barê aborî de jî divê bername û plansazî li hember şîdetê bê derxistin. Ji bo vê hewcedarî bi peymanê jî tune ye. Peyman ji xwe vê pêşniyar dike û dixwaze. Divê dewlet jixwe vê bike. Di peymanê de jî tê gotin; şîdet bi tiştekî ji holê tê rakirin; ew jî perwerde ye.
 
Bi terapî û perwerdeyê pêşîgirtina şîdetê
 
Ger kes ji ber şîdet û sûcên wisa bê girtin divê li girtîgehê ji xwe perwerde bê dayîn. Dermankirinên weke alkol û hişbirê divê bên kirin. Ji ber şîdet tiryakbûn e û divê bê dermankirin. Piştî kes ji girtîgehê derkeve jî divê ev pêvajoya dermankirinê bidome. Ji bo carek din sûc neke divê çi bê kirin? Çareserî; bi riya terapî û perwerdeyê dikare bê çareserkirin.
Yên sûcên zayendî dikin divê teqez û teqez bên cezakirin û dermankirin. Divê dermankirin ferz be. Ger dermankirin pêk neyê, cezayê kes biqede jî divê ji girtîgehê dernekeve. Ji ber sûc xwe dubare dikin. 
 
Divê ji bo hêzên ewlehiyê jî perwerde bê dayîn
 
Ne tenê ji bo mêrên şîdetê pêk tînin di heman demê de divê ji bo polîs û hêzên ewlehiyê jî di mijara mafê jinan û mafê mirovan de di mijara şîdetê de perwerde bê dayîn. Ger ev topyekun pêk bên wê bê çareserkirin. Bi rastî jî ger ku em bixwazin vê çareser bikin divê ji bo hêzên ewlehiyê jî perwerde bê dayîn. Ji nav gel min ji çend kesan pirsî dibêjin ‘ji ber ji hevzayendê parastin hebe peyman hatiye rakirin’. Lê peyman hevzayendiyê dernaxe holê, ji şîdetê diparêze.”