'Femînîzma Wekhev' dest bi weşanê dike
- 08:55 22 Gulan 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên têkoşîna femînîst ji xwe re kirine rehber hatin gel hevdu û dest bi weşana mecraya "Femînîzma Wekhev" kirin.
Jinên têkoşîna femînîst ji xwe re kirine rehber hatin gel hevdu û li ser înternetê dest bi weşana mecraya "Femînîzma Wekhev" kirin. Ew ê li ser serenavên siyaseta wekhev, rojane, werger, analiz, LGBTİ+, karker, xwendekarên zanîngehê weşan bê kirin. Ew ê li ser têkoşîna
wekheviyê, armanca têkoşîna rizgariya jinê geşedanên rojane bên weşandin. Sîte wê ji bo jinan di jiyana weşanê de jêderkeke baş be û piştevaniya jinê esas bigire.