Li Bazara Jinan a Jiyanê 400 mêr hatin bi cihkirin

  • 16:13 21 Gulan 2021
  • Rojane
AMED - Li Bazara Jinan a Jiyanê, tevî bertekên esnafên jin 400 mêr li bazarê hatin bi cihkirin. 
 
Bazara Semtê ya Jiyanê ku di sala 2013’yan de li navçeya Rezan a Amedê ji aliyê Şaredara Partiya Aştî û Demokrasiyê ve hatibû vekirin, yekemîn bazara jinan a fermî bû. Di bazarê de ji bo 258 jinên desteng derfeta kar hat organîzekirin. Li vir jin dezgehên xwe vekirin. Bazara ku bi salan e jin bi rêve dibin her tim di hedefa zilaman de bû. 
 
Ji bo esnafên nû bigirin bazarê li navçeya Rezana Amedê ye peşk hat kirin û di navbera zilamên tevlî peşkê bûn şer derket. Zilaman heqaret li hev kirin û şer kirin. Li gorî qeydan 212 jin li Bazarê cih digirin. Niha hejmara esnafên jin dikin 150 ye.  Huseyîn Beyoglû yê AKP’yî ku tayînî Şaredariya Rezanê hat kirin, di civînekê de got wan biryara ku 400 zilaman bigirin bazarê girtin e. Ji bo zilam û esnafên nû ku bigirin bazarê di nimre danîna nû de 400 nimre lê hatin zêdekirin. 
 
Ji bo girtina esnafên nû îro li Şaredariya Rezanê di hizûra notere de peşk hat kirin. Divê kêliya peşkê bi weşana zindî bihata kirin. Lê weşana zindî nehat kirin. Di peşkê de 400 esnafên zilam girtin bazarê. Zilaman dan zanîn ku di peşkê de hîle hatine kirin û li ser vê yekê şer kirin. 
  
Esnafek jin li Bazarê destnîşan kir ku zilam her tim şer dikin, çêrî hev dikin û şer dikeve û wan neçarî xebata bi zorê dikin. Jina esnaf got ji ber ku zilam şer dikin ew bi fikar in û wê di siberojê de biçin nav wan şer bikin û lewma ew bi fikar in.