Ji 15 kesên hatibûn binçavkirin 1 hat berdan

  • 15:33 21 Gulan 2021
  • Rojane
 
WAN - Ji 15 kesên di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER'ê de li Wanê hatibûn binçavkirin Emine Şaybak, piştî îfadeya wê ya li emniyetê hat berdan. 
 
Polîsan di 19'ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de derbarê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi rêve bir de, bi ser malên 15 kesan de girtin û ew binçav kirin. Ji 15 kesên li Şaxa TEM'ê tên girtin, Emîne Şyabak piştî dayina îfadeyê serbest hat berdan.
 
Hîna jî dest bi karê îfadegirtina Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîstan Onver, rêveberên komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîhat Aksû, Cevdet Bîlekçî û Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî û Nebî Kaçak ên hatin binçavkirin nehatiye kirin. Dema binçavkirina 14 kesan a 4 rojan hatibû dirêjkirin, sibe bi dawî dibe. Miduriyeta Polîsan ji duh ve bangî gelek malbatan kir û ji wan pirsa 'we alîkarî ji komeleyê girtiye ya na' hatiye kirin.