Li Nisêbînê kundê şaxkidar ê baskê wî şikestibû hat dîtin

  • 11:50 21 Gulan 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Nisebînê welatiyekî kundekî şaxkidar ku baskê wî şikestîbû û neslê wan ber bi xeterêyê ve ye dît. Welatîyî kund radestî rayedaran kir.   
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyekî ku diçû serdana goristana gundê xwe kundê şaxkidar ku baskê wî şikestîbû dît. Tê gotin ku neslê kundên şaxkidar ber bi xetereyê ve ye.  Welatiyê ku kund dît ew xist qutiyekê û bir mala xwe û destwerdana yekem li ser baskê kund kir. Piştre jî kundê şaxkidar radestî rayedaran kir. Şaxa Parastina Xwezayê ya Miduriyeta Çandiniyê ya Mêrdînê ji bo baskê kund baş bike, girt bin parastina xwe. Hat diyarkirin ku wê kund bişînin navenda rehabîlîteyê ya li Rihayê û piştî dermankirinê baş bû wê dîsa berdin çolê.