Li Mexmûrê koma 79'an greva birçîbûnê dewir girt

  • 11:38 21 Gulan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya îro ji aliyê mamostayan ve hat dewirgirtin. 155 roj in li wargehê grev didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava “Dem dema azadiyê ye”, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 155 roj in diome îro koma 79'an dewr girt. Çalakî îro ji aliyê mamostayan ve hat dewirgirtin.
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê koma 79'an Eyşe Sipîndarok axivî û got: "Armanca me ew e ku em rêberê xwe bi fizikî rizgar bikin û jiyanek bi hevre bijîn. Li ser vê bingehê jî ez berxwedana girtiyên azadiyê jî silav dikim û serkeftin ya Gelê Kurd e."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû.