Koma 36'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 09:50 21 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 36'emîn di roja 176'emîn de didome.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 36'emîn di roja 176'emîn de didome.  
 
Her wiha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag, Semra Guzel, Remziye Tosun têkildarî binpêkirina mafên li Saziyên Înfazê yên Cezayê yên Amedê do serî li Komisyona Mafê Mirovan da. HDP'yiyan di serlêdana xwe de binpêkirina di rapora Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) cih digirt ragihand. Di raporê de hatibû ragihandin ku her dem bi ser koguşan de tên girtin, li girtiyan didin, dermanên girtiyan nayên dayin, dest dixin ser alavên takekesî, di grevên birçîbûnê de ji bo girtiyan xwê, şekir, lîmon, wîtamîn nayê dayin. Her wiha cezayên dîsîplînê yên kêfî tê dayin, hinek kovar, rojname û pirtûk tên qedexekirin. 
 
Li Yewnanîstanê grev didome
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 138'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
Serlêdana ji bo Komisyona Mafê Mirovan