Cihê peymanê di mufredatê de tune ye: Projeyên wekheviyê hatin rakirin

  • 09:05 21 Gulan 2021
  • Peymana Stenbolê
 
Dîlan Babat
 
ENEQERE - Sekretera Jinan a Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim diyar kir ku projeyên bi armanca pêşxistina   ‘ji bo ku balê dikşîne ser wekheviya zayendî’ ya  di xalên 13, 14, 15’an a Peymana Stenbolê de cih digire, ji pergala perwerdehiyê hatiye rakirin û got li dibistanan nedayîna dersên zayenda civakî, kesên serî li şîdetê dide digihîne.
 
Peymana Stenbolê bi biryarnameya serokomariyê di şeva 20’ê Adarê de hat vekişandin. Piştî vê bertek hatin nîşandan. Di rêzenivîsa me ya îro de xalên 13,14 û 15’an tên destgirtin.
 
Xala 13’an- Zêdekirina balkişandinê
 
1-Welatên alîgir di çarçoveya her cureyê şîdetê de bi armanca di navbera civakê de balkişandin û ferasetê zêdetir bike, li gorî cihê wê avakirina mafên mirovan a neteweyî, lijneyên mafê wekheviyê, saziyên civaka sivîl û bi taybet hevkariya bi rêxistinên civakî re,  bi rêk û pêk zêdekirina kampanya û bernameyan wê pêk bîne.
 
2-Welatên alîgir di çarçoveya peymanê de ji bo pêşîgirtina şîdetê di mijara girtina tedbîran de wê di navbera gel de agahiyan zêde bike.
 
Xala 14’an-perwerde
 
1-  Alîgir li gorî cihê wê, di hemû astên perwerdeyê de di mufredata fermî de der barê wekheviya zayendî,  rakirina rolên zayenda civakî, rakirina fikaran, çareserkirina şîdetê de, şîdeta li hember jinê, li gorî kapasîteya xwendekaran perwerdehî bê dayîn.
 
2- Alîgir li gorî rêgezên fikraya yekem, ligel perwerdehiyê wê di tesîsên spor, çand û çapemeniyê de tedbîran bigirin.
 
Xala 15’an: Perwerdekirina kadroyên profesyonel
 
1-Alîgir di çarçoveya peymanê de  ji ser mexdûrên şîdetê û kesên dibin sedema mexdûriyetê, di mijara pêşîgirtina mexdûriyetê di mijara gîhandina kadroyên profesyonel de,  wê perwedehiyê pêk bîne û perwerdehiyê xurt bike. 
 
2-Alîgir di perwerdehiya di fikra yekem de mijara gotinê ye de wê bi sazî û lijneyan re di mijara perwerdehiyê de teşwîqê bike.
 
Sekretera giştî ya jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim der barê cihê peymanê ya di mufredata perwerdehiyê de axivî.
 
‘Polîtîkayên ku jinan xurt dike divê bên afirandin’
 
Sîmgeyê diyar kir ku di pêvajoya perwerdeyê de afirandina balkişandinê û wekheviya zayenda civakî girîng e, lê pergala serdest wisa di demek kurt de nayê guherîn û wiha got: “Peymana Stenbolê di heman demê de wiha dibêje;dema ev perwerde bên berdewamkirin divê parastina jinê jî bê kirin. Di vir de ji dewletê re dibêje ku qanûna hejmara 6284 bi bandor pêk bîne. Her wiha xalên der barê pêkanîna cezakirinê de jî hene. Ji bilî vê tê îfadekirin ku divê polîtîkayên cezakirinê pêk bên.  Her wiha dibêje ku ligel  parastina jinê ya ji şîdetê jin bên xurtkirin û polîtîkaya der barê vê de bên afirandin.”
 
‘Proje hatin betalkirin’
 
Sîmgeyê destnîşan kir ku divê xalên peymanê di mufredata perwerdeyê de jî hebe û ev tişt bi lêv kir: “Divê xalên peymanê di hemû astên perwerdeyê de di serî de  ji pêşdibistanê dest pê bike heta zanîngeha wek dersên ferzkirî bên dayîn. Wekheviya zayendî her diçe giran dibe û em dibînin ku ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve hîn bêtir kûrtir dibe. Ji ber ku di mufredatê de berovajî xalên peymanê, pêşveçûnek heye. Wezareta perwerdehiyê projeyên der barê vê de di 2019’an de bi dawî kir.”
 
Sîmgeyê her wiha destnîşan kir ku ji aliyê YOK’ê ve hinek xebat hatibûn destpêkirin, heta li zanîngehan hinek dersên wekheviya zayendî hat dayîn lê bi hewldana zanîngeh û akademîsyenan bi taybet li zanîngehên ku yekîneyên jinan hene ev hatiye dayîn û got: “YOK’ê di 2015’an de komxebatek pêk anîn. Hinek biryar hatibûn dayîn. Lê me dît ku ev neket jiyanê. Piştre YOK’ê Belgeya Helwestê ya Wekheviya Zayenda Civakî rakir.”
 
‘Kesên serî li şîdetê didin tên gihandin’
 
Sîmgeyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Em hewl didin pêşî li şîdet û kuştinan bigirin lê lingekî vê têkoşînê ji perwerdeyê derbas dibe. Ev pêvajo divê ji zarokan dest pê bike.  Ji ber em di mufredatê de wekheviya zayenda civakî esas nagirin, kesên serî li şîdetê didin tên gîhandin. Ev hîm di zarokatiyê de tê avêtin. Dîsa divê perwerehiya ji bo dê û bavan jî bê zêdekirin. Divê rêxistinên jinan û sendîkayan van perwerdehiyan hevpar ava bikin. Em di vê de her tim israr dikin.”
 
'Peyman pêk bihata wê şîdet evqas nehatiba hîskirin'
 
Sîmgeyê bal kişand ser pêkhatina peymanê û bi lêv kir ku ger ku peyman pêk bihata wê şîdet evqas nehatiba hîskirin û  got kedkarên perwerdehiyê di mijara wekheviya zayenda civakî de zêde ne xwedî agahî ne û wiha dawî lê anî: “Gelek girîng e ku wezareta perwerdeyê di mijara perwerdehiyê de balkişandinê biafirîne. Sedema zêdebûna şîdet û kuştina li ser jinan ev e ku xalên peymanê bi tu awayî pêk nehatine.  Ji ber vê em dibêjin ku kêmkirina şîdetê pêkan e û divê kesên hestiyar bên gihandin.”