'Ji bo şikandina zincîrên tecrîdê divê em bi hev re têbikoşin'

  • 09:02 21 Gulan 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Filiz Bozan Irmak a ku hevjînê wê Ednan Irmak di girtîgehê de ye û 5 zarokên wan hene bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û rewşa xwe ya zehmet a aboriyê û wiha got:"Ji ber hevjînê min bi neheqî di girtîgehê de ye em rojên zehmet di warê aboriyê de dijîn. Her wiha li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan hene. Loma ji bo şikandina zincîrên tecrîdê divê em bi hev re têbikoşin."
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî û bi sedan zarok hene. Ev girtî bi awayekî bê hiqûqî tên girtin û tên tecrîtkirin. Li dijî tecrîd û binpêkirina mafan girtiyan gelek caran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Herî dawî di 27’ê Mijdara 2020’î de girtiyan greva birçîbunê ya bê dem û bidorveger dabûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî didome. 
 
Bêmafî û tecrîda li girtîgehan didome bandoreke mezin li ser malbatên girtiyan jî dike. Yek ji malbata di bin bandora vê yekê de dimîne Filiz Bozan Irmak û Ednan Irmak e. Filiz û Ednan dê û bavê 5 zarokan e. Bi rêya tecrîdê bandoreke neyînî li van zarokana tê kirin.
 
Malbat di serî de pirsgirêkên aborî dijîn
 
Ednan Irmak di şaredariya Mêrdînê ya ku HDP’ê qezenç kiribû de dixebite. Piştî ku qeyûm tê tayînkirin ew jî tê îxrackirin û biryara girtina wî tê sitendin. Ji ber vê sedemê jî Ednan 3 salan bi awayekî qeçex jiyana xwe borand. Ji ber vê sedemê jî malbata wî pirsgirêkên mezin ên aboriyê jiyan. Ednan beriya 2 salan, 5 sal ceza jê re hat birîn. Piştî ku ket girtîgehê jî rewşa wan bêhtir zehmet dibe.
 
'Zarok di aliyê derûnî de bi bandor bû'
 
Hevjîna Ednan,  Filîzê da zanîn ku zarokê wê ji zextan bi bandor bûne û wiha domand:"Hevjînê min endamê partiyek legal a ku di Tirkiyeyê partiya 3’emîn e. Ji ber endamên vê partiyê pirreng û demokrat bûn xebatên wan hatin îlegalîzekirin û girtin ji wan re heq dîtin. Ya ku bi zora me jî diçe ew e. Bi awayekî bêhiquq û keyfî em werin girtin ev ne heq e. Ji ber vê sedemê jî Ednan nedixwest were girtin. Lê ev jî ji girtinê xirabtir bû. Jiyan ji me teva re nema. Zarok bi taybetî di aliyê derûnî de bi bandor bûn.  Ez bi xemgînbûna wan re bêhtir bê hêz dibûm."
 
'Me hizûr nedît'
 
Filîzê bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê yên pê re rû bi rû diman û wiha pê de çû:"Hêdî hêdî pirsgirêkên aboriyê xwe dida der û vê yekê jî bandorên mezin li jiyana me kir. Pirsgirêkên min û yên Ednan ên tendirustiyê hebûn. Pirsgirêkên kironîk bûn û niha jî ev berdewam dikin. Bifikirin çend zarok bi hêviya we ve ne lê belê bavê wan tê girtin û em her du jî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Ev ji bo zarokan rewşeke gelekî zehmet e. Temînatek me ya aboriyê jî tune ye. Her roja me bi fikara vê yekê re derbas bû. Vê yekê bi serê xwe hizûr nedida me. Xaniyê me kirê bû, pereyê ceyranê, avê, mesrefa rojane, xwendina zarokan, mesrefa girtîgehê û wekî din pêwistiyên me çêdibûn. Lewra ji wê rojê heta roja îro em deyndar in."
 
'Em hew dikarin biqedînin'
 
Filîzê da zanîn ku ew di nava rewşeke gelekî zehmet de ne û wiha domand:"Em hew dikarin biqedînin. Bi qasî 6 hezaran deynê me yê ceyranê çêbûye. Kîriya me ev çend sal in em nadin. Her roj tên ceyrana me dibirin, em girê didin. Wisa wê heta kengî bimeşe ez nizanim. Zarokên me li destên der û dorê temaşe dikin. Ez jî nikarim ji ber nexweşiyên xwe bixebitim. Lê niha çi kar be ez neçar im bikim. Hêvî dikim ku êdî nebin sebeba tu malbatên din ku wisa bibin. Bi hezaran zarokên din vê mexdûriyetê dijîn."
 
'Ji bo şikandina zincîrên tecrîdê divê em bi hev re têbikoşin'
 
Filîzê bi lêv kir ku tecrîd ne li ser girtiyan li ser me malbatan jî heye û wiha dewam kir:"Rewşa girtiyan ne baş e. Ji ber ku ew tev di tecrîdê de ne. Ev nêzîkatiya li hemberî wan ne hiqûqî ye. Lewra bandora mezin jî li me malbatan dikin. Bi vî rengî ne tenê bi hezaran girtiyan bi wan re bi milyonan kurdan bi bandor dikin. Divê em şiyar bibin û di vê ferqê de bin. Ji bo em zincîrên tecrîdê bişkînin jî divê em bi hev re têbikoşin. Em piştgiriyê bidin çalakiyên wan ên grevên birçîbûnê."