ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 21 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Filiz Bozan Irmak a ku hevjînê wê Ednan Irmak di girtîgehê de ye û 5 zarokên wan hene bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û rewşa xwe ya zehmet a aboriyê û wiha got:"Ji ber hevjînê min bi neheqî di girtîgehê de ye em rojên zehmet di warê aboriyê de dijîn. Her wiha li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan hene. Loma ji bo şikandina zincîrên tecrîdê divê em bi hev re têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun êrîşa li hemberî malbata Hewlêrî şermezar kir û got: "Êrişa li hemberî hebûna kurdan hat kirin û li hemberî kurdan şerek hatiye destpêkirin. Li dijî wê yekê divê yektiya kurdan li pêş bikeve." BI DÎMEN 
 
* "...Qanûnên wan ji dest bên girtîn jî, ji bihûştê hatibin derxistin jî, di bin siya pêxemberan de mabin jî, wek pîrebok hatibin qetilkirin jî, ji giyotînan hatibin derbaskirin jî, li fabrîkayan hatibin şewitandin jî, ji bo aştiyê hatibin qetilkirin jî, cesedê wan bi pey panzêran re hatibe kişandin jî, ev agir her tim hatiye pêxistin û tê pêxistin. Vê xweşikahiyê bi berxwedaneke bi heybet ku hemû cîhan heyranê xwe hişt, li Kobanê, Cizîr û Sûrê, li dijî hovîtiya mêr berxwedanek bi heybet nîşan da..." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Serokomar Tayyîp Erdogan ji esnafan helaltî xwestibû û ev di rayagiştî de rastî bertekan hat û her wiha tedbîrên normalbûna bi sînor dîsa riyê xwediyê kargeriyan nekenand. Esnafan li dijî daxwaza helaltiyê gotin ‘divê bê şermkirin.’ BI DÎMEN 
 
*Di çarçoveya 21-27’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî de, em bi hevjîna Huseyîn Taşkaya  Sultan Taşkaya û keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy re axivî. Xizmên windayan diyar kirin ku tevî hemû astengiyan wê dest ji têkoşîn û lêgerîna edeletê bernedin.
Li Tirkiyeyê ji salên 1990’î heta niha bi hezaran kes hatin windakirin. Ji bo windakirinan heta îro gelek çalakî pêk anîn. Wek her sal  îsal jî di hefteya Windayan a navneteweyî de bal dikêşe ser aqûbeta windayan. BI DÎMEN 
 
*Sekretera Jinan a Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim diyar kir ku projeyên bi armanca pêşxistina   ‘ji bo ku balê dikşîne ser wekheviya zayendî’ ya  di xalên 13, 14, 15’an a Peymana Stenbolê de cih digire, ji pergala perwerdehiyê hatiye rakirin û got li dibistanan nedayîna dersên zayenda civakî, kesên serî li şîdetê dide digihîne. BI DÎMEN