Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin

  • 15:10 20 Gulan 2021
  • Rojane
 
QAYSERÎ - Li Qeyseriyê, Tolga Temûr bi hinceta ku daxwaza wî ya hevaltiyê red kiriye Arîfe Nûr Sarioglû qetil kir.
 
Li Taxa Mevlanayê ya Navçeya Talaseyê ya Qeyseriyê, Tolga Temûr (29) mamoste Arîfe Nûr Sarioglû, bi hinceta ku daxwaza wî ya hevaltiyê red kiriye qetil kir. Toglayî piştî ku Arîfeyê qetil kir hewil da ku dawî li jiyana xwe bîne. Piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Arîfeyê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Talasê û her wiha kujer Tolga yê ku giran birîndar bû rakirin Nexweşaneya Zanîngeha Erciyesê.