Nivîskar Mujgan Kawsi ket greva birçîbûnê ya bêdem

  • 12:36 20 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya polîtîk Mujgan Kawsi, bi armanca şermezarkirina polîtikayên rejîma Îranê, Wezareta Dadê, rêveberiya girtîgehê di 16'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. 
 
Mujgan Kawsi ji ber aktivîst bû û li dijî mafên mirovan hestiyar bû gelek caran ji aliyê Rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û piştre hat girtin. Mujganê ya li Girtîgeha Evînê herî dawî ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hat zanîn ku Mujganê di 16'ê Gulanê de bi armanca şermezarkirina polîtikayên rejîma Îranê, Wezareta Dadê, rêveberiya girtîgehê di 16'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. 
 
Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê girtiya siyasî ya kurd Mujgan ji 16'ê Gulanê vir ve li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. Torê diyar kir ku daxwazên Mujganê ne takekesî ye ji bo hemû girtiyan e. 
 
Aktivîst û nivîskara kurd Mujgan di 19'ê Gulana 2020'î de dîsa hat girtin û birin Girtîgeha Bajar Kirayê. Herî dawî jî di hezîrana 2020'î de jî Mujgana 76 meh cezayê hepsê lê hat birîn sirgunî Girtîgeha Evînê ya Tehranê hat kirin. 
 
Jêderk: NuJinha