Emîne û Ferît Şenyaşar bi lêdanê hatin binçavkirin
- 11:48 20 Gulan 2021
- Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya "edaletê" didomînin û gotin:"Bila kes gunehê vê komkujiyê negire ser xwe. Kesên komkujî kirine diyar in." bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin
Polîsan Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xilas bûbû, bi lêdanê binçav kirin. Hat diyarkirin ku dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya “Heqaret li peywîrdarên cemaweriyê kirine” hatine binçavkirin.
Bi lêdanê hatin binçavkirin
Piştî çalakiyê Emîne û kurê wê Ferît Şenayaşar bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Dihat payin ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan saet di 11.00'an de biçûya serdana Emîne û Ferît.
Hat hînbûn Emîne û Ferît ên hatin binçavkirin wê bibin emniyetê. Her wiha rojnamegerên ji bo şopandina bûyerê çûn ber edliyeyê ji GBT'ê hatin derbaskirin.