Mêrê hewildana tecawizê dikir ji hêla gundiyan ve hat girtin

  • 11:41 20 Gulan 2021
  • Rojane
COLEMERG - Li Navçeya Rubarokê Tacettin G. hewil da ku tecawizî zarokekê bikê. Bersuc ji hela gundiyan ve hat girtin û rat radestkirin. Bersûc piştî dexistin dadgehê hat girtin.
 
Di 18'ê Gulanê de li gundê Navçeya Rubarokê ya Colemerê Tacettin G. hewil da ku tecawizî zarokekê bikê. Gundiyên ku bûyer ferq kirin bersûc girtin û birin Fermandariyea Leşkerî ya Navçeya Rubarokê. 
 
Gûmanbarê ku li fermandariyê îfadeya wî hat giritn sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bersuc girt û ew şand Girtîgeha Girtî ya Colemergê.
 
Ji aliyekî din ve zarok rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku tenduristiya zarokê başê.
 
Dixwazin bûyerê veşêrin
 
Piştî bûyer li heremê aşkera bû hat îdîakirin ku serokên eşîran hewil didin ser bûyerê binixumînin.
 
Bertek zêde bûn  
 
Piştî bûyer li ser medyaya civakî hat parvekirin, bertek zêde bûn. Her wiha derbarê bûyerê de ji aliyê walîtiyê ve tu agahiyeke fermî nehatiyê dayin.