Jina li ser rêya Mersînê trên lê qewimî jiyana xwe ji dest da

  • 10:28 20 Gulan 2021
  • Rojane
EDENE - Trêna ku ji Edeneyê diçû Mersînê li jinekê qewimî û jina ku trên lê qewimî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Edeneyê vê sibehê saet di 06.40’an de trêna ku bi rê ket û ber hêla Mersînê ve diçû li jinekê qewimî. Qeza li xaçerêya di tenişta îstanyona trenê ya li taxa Kanberonu ya Navçeya Tersûsê ya Mersîn qewimî. Li ser agahiyê ekîbên tenduristiyê hatin cîhê bûyerê û piştî lêkolîna wan hat zanîn ku jina navê wê ne diyar e jiyana xwe ji dest daye.
 
Li ser vê yêkê ekîbên agirkujiyê û ekîbên leşkeriyê şandin cîhê bûyerê. Hat zanîn ku piştî dozger li cîhê bûyerê lêkolînê bike wê cenazeyê jina ku trên lê qewimî rakin morgê.