12’yemîn xala peymana Stenbolê: Li dijî paşverûtiyê ye

  • 09:03 20 Gulan 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Ji Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Nîlda Baltali 12’yemîn xala Peymana Stenbolê nirxand. Li gorî Nîldayê zîhniyeta serdet ya mêr û  feraseta ku peyman fesh kiriye, feodalbûnê diparêze.
 
Peymana Stenbolê di 11’ê gulana 2011’an de ji îmzeyê re hat vekirin û yekem peymana ku jinê li dijî şîdetê diparêz ye. Welatê ku ewil peyman îmze kir Tirkiye bû. Lê serokomar di şeva 20’ê adarê de bi biryarnameyekê peyman fesh kir û di vî alî de jî bû yekem welatê ku peyman fesh kir. Di rêzenivîsa ku em cih didin xalên peymanê, di vê beşê de em xala 12’emîn digirin dest.  
 
Xala 12’yemîn- Berpirsyariyên ku dide
 
1-Welatên alîgir, bi armanca pêşdaraz, kevneşopî û pêkanînên din ên ku jinên biçûk dixînin ji holê rabike, wê di alî guhertine kalibên çandî û civakî yê jin û mêran, tedbîran bigirin. 
 
2-Alîgir di çarçoveya peymanê de, wê tedbîrên qanûnî û yên din yên pêşî li her cureyê şîdetê digire, bigirin.
 
3-Li gorî vê beşê hemû tedbîrên tên girtin, ji ber şertên diyarkirî, wê hewcedariya mirovan li ber çavan bigire û wê di navendên hemû tedbîran de jî mafê mirovan cih bigirin.
 
4-Dewletên alîgir ji bo pêşî li şîdetê bê girtin, di serî de ciwan û mêr, wê hemû kesî di çarçoveya peymanê de li dijî şîdetê bi awayekî aktîf teşwîqê girtina tedbîran bikin.
 
5-Alîgir, wê nehêle ku têgehên wekê çand, tore, ol, kevneşopî û qaşo ‘namûs’ bibe hinceta çalakiya şîdetê.
 
6-Alîgir ku ji bo xurtkirina jinan, ji bo zêdekirina bername û faliyetên xurtkirinê wê tedbîrê pêwist bigire.
 
Komeleya Ewil  Jin û Zarok, li dijî biryara feshkirina peymanê li Daniştayê doza betalbûnê vekiribû.  Komele li dijî biryarê têkoşîna hiqûqî dide û parêzera komeleyê Nîlda Baltali der barê xala 12’emîn a Peymanê de nirxandin kir. Nîldayê da zanîn ku pergala paşverû ji jinan ditirse û dixwaze jinan bike  kole û jin jî her tim di têkoşînê de ne.
 
‘Pergala feodal ji jinan ditirse’ 
 
Nîldayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çavkaniya şîdeta li hember jinan ji serdema navîn maye. Paşverutî bi aşkera ji jinan ditirse. Dixwaze wek kole bi kar bîne. Ji ber ku paşverû dizanin ku jin ewil li dijî van êrîşan têdikoşin.  Bi destê dewlet, darazê bi yek destî êrîşek tê meşandin.  Pergala serdest a mêr û feraseta ku peyman fesh kiriye, bi awayekî hevdem feodalbûnê diparêzin. Bêguman ev rewşa tê jiyîn jî hêza mêr dipejirîne.”
 
‘Beralîkirina paşverûtiya li hember jinê hat armanckirin’
 
Nîldayê di berdewamiyê de balkişand ser xala 12’emîn û wiha dirêjî dayê: “Li gorî xala 12’emîn ku naveroka wê ‘Welatên alîgir, bi armanca pêşdaraz, kevneşopî û pêkanînên din yên ku jinên biçûk dixînin ji holê rabike, wê di alî guhertina kalibên çandî û civakî yê jin û mêran, tedbîran bigirin’ berpirsyariyan dide ser welatan. Bi peymanê re tê armanckirin ku paşverûtiya li hember jinan bê beralîkirin.”
 
‘Divê têkoşîna herdayîm hebe’
 
Nîldayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez banga xwedîderketina li peymanê dikim û her wiha divê têkoşînek herdayîm hebe. Peymana ku 10 salan di meriyetê de bû, mixabin dewletê berpirsyariyên wê pêk neanî. Belê peyman qezencek bû, her ku xwedî li mafê mirovan derket, qezencên wek peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 zêde bûn. Lê divê têkoşîn her tim hebe ku em di qezencên xwe de şûnde nekevin.”