4’emîn xala Peymana Stenbolê ya ku herî zêde hedef hat girtin çi dibêje?

  • 09:02 15 Gulan 2021
  • Peymana Stenbolê
Habîbe Eren
 
STENBOL - Parêzer Tuba Torun 4’emîn xala Peymana Stenbolê ku herî zêde ji aliyê desthilatdar û alîgirên hikûmetê ve hedef hat girtin, nirxand û ev tişt vegot: “Îbareya ‘Beralîbûna zayendî’ ya ku di xala 4’emîn a peymanê de derbas dibe yek ji nokteyên ku hem desthilatdariya siyasî hem jî kesên vekişîna peymanê diparêzin, li ser sekinî bûn. Lê xala çaremîn xalek li dijî newekheviyê ye û di 10’emîn xala Destûra Bingehîn a dijberê newekheviyê de jî cih digire.”
 
Peymana Stenbolê di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket metiyetê. Peymana Stenbolê ku li dijî şîdeta li ser jinê û newekheviyê têdikoşe, ji bo mexdûrên şîdetê, parastina wekhev pêk tîne û her cureyê newekheviyê qedexe dike. Peyman newekhevî û şîdetê esas digire û xwedî taybetiya ku belgeya yekem a navneteweyî ya ku zayenda civakî vedinasîne ye. 
 
Peyman di nîvê şevekê de bi biryarnameya serokomariyê hat feshkirin. Jin li dijî feshkirinê, di xwedîderketina maf û peymanê de bi israr in. Peyman ji 12 beş û 81 xalî pêk tê û yek ji xalên ku herî zêde hedef tê girtin xala 4’emîn e. Venasîna xala ku di mafên sereke de newekhevîyê red dike wiha ye:
 
 “Welatên alîgir, bi taybet ji bo jin di qada cemawerî û taybet de rastî şîdetê neyên divê mafê jiyanê bê zêdekirin û ji bo parastina jinan tedbîrên qanûnî yên din divê bigirin. Alîgirên peymanê wê her cureyê newekheviya li hember jinan şermezar bikin û ji bo pêşî li newekheviyê bigire, bi taybet ên jêr jî tê de, wê tedbîrên qanûnî bigirin. Wê rêgezên wekheviya jin û mêr ên di destûra bingehîn a neteweyî û mevzuatên têkildar de cih digirin tevlî bikin û pêkhatina vê rêgezê temîn bikin. Ligorî cihê wê,  pêkhatina cezakirinê jî tê de, her cureyê wekheviya li hember jinê wê bê qedexekirin; qanûn û  pêkanînên li dijî jinan newekheviyê dike wê ji meriyetê rabike.  Welatên alîgir, wê hukmên vê peymanê ji bo parastina mafê mexdûran, bêyî ku newekheviyekê bike, pêk bîne.”
 
Parêzer Tuba Torun xala 4’emîn ji bo xwendevanên me nirxand. Şîrovaya Tubayê ya der barê xala 4’emîn de wiha ye: 
 
“Xala 4’emîn a peymanê gelek girîng e û di heman demê ya ku herî zêde balkişand ser xwe ye. Îbareya ‘Beralîbûna zayendî’ ya ku di xala 4’emîn a peymanê de derbas dibe yek ji nokteyên ku hem desthilatdariya siyasî hem jî kesên vekişîna peymanê diparêzin, li ser sekinî bûn. Lê xala çaremîn xalek li dijî newekheviyê ye û di 10’emîn xala Destûra Bingehîn a dijberê newekheviyê de jî cih digire. Me her tim ev xal bi berfirehî îfade kiribû. Me her tim anî ziman ku teqez, armanceke peymanê ya ku hevzayendiyê belav dike tune û yekane armanca wê ev e ku jinê ji şîdetê biparêze. Ev xal di esasê de çi dibêje? Sernavekî wê yê wisa heye; Divê newekhevî neyê kirin. Yanî di esasa wekheviyê de qedexeya newekheviyê. Û wiha didome, ‘Welatên alîgir, bi taybet ji bo jin di qada cemawerî û taybet de rastî şîdetê neyên divê mafê jiyanê bê zêdekirin û ji bo parastina jinan tedbîrên qanûnî yên din divê bigirin.’ Em di vir de dibînin ku berpirsyariyê didin ser welatên îmze avêtine bin peymanê. Dibêje ku ‘Tu welatê ku peymanê qebûl dikî, tu neçarî her cureyê tedbîra li dijî şîdetê bigirî.’
 
Yên li dijî vê xalê derkevin li dijî destûra bingehîn jî dertên
 
Ji xwe rêgeza ‘wekheviya jin mêr’ di destûra bingehîn de heye. Di vî  alî de xala 10’emîn gelek girîng e. Me her tim ev got; Kesên li dijî xala 4’emîn a Peymanê dertên di esasê de li dijî xala 10’emîn a Destûra Bingehîn jî dertên. Gelo hûn di vir de dibêjin ‘na em ê newekheviyê bikin’. Ji bo hemû kesên ku der barê îbareya beralîbûna zayendî de xwe îfade dikin hûn wisa dibêjin; ‘Belê tu rastî şîdetê hatî lê ji ber tu hevzayendî em te naparêzin’. Hûn liv ir mafên mirovan jî red dikin. Yanî hûn ji wan kesan re dibêjin ‘Tu hevzayendî tu şîdetê bibînî dikarî bê kuştin, em nikarin mafê te yê parastinê jî biparêzin.’”
 
Peyman tedbîrên berfireh dihewîne
 
Mantixa peymanê ev e; şîdet hebe sûc heye û divê bê cezakirin.  ‘Rakirina qanûn û pêkanînên li dijî newekheviya li hember jinan’ ji xwe rêgeza qedexekirina newekheviyê ya destûra bingehîn e. Di fikraya 3’yemîn a xala 4’emîn a Peymanê de wiha tê gotin ‘Welatên alîgir li gorî hukmên vê peymanê ji bo parastina mafê mexdûran bêyî ku navbera zayend, nîjad, reng, ziman, siyaset û nêrînan de newekhevî bê kirin, girtina tedbîran pêşniyar dike.’ Yanî di vir de dibêje ev tiştên hatine rêzkirin ne girîng in  û divê dewletên alîgir van kesan biparêzin.  Peymana Stenbolê ji qanûna hejmara 6284’an zêdetir tedbîran dihewîne û pêşniyar dike.
 
Di fikra dawî de li ser newekheviya pozîtîf tê sekinandin
 
Rêxistinên jinan, jinan, hiqûqnasan ji destpêkê de got ku ew biryara vekişînê qebûl nakin. Em teqez îdia dikin ku peyman di meriyetê de ye. Em hemû daxwazên xwe yên hiqûqî di vî alî de bikin. Desthilatdariyên siyasî derbas dibin. Lê têkoşîna mafê jinan mayînde ye. Ji ber vê jî em ê mantixa xala 4’emîn a peymanê zêdetir di hişê mirovan de bi cih bikin û mantixa wê ya qedexekirina newekheviyê belav bikin.  Fikraya dawî ya vê xalê heye û wek kakila vê ye;Hemû tedbîrên taybet ên der barê şîdeta xwe dispêre zayenda civakî, li gorî hukmên peymanê tune tê hesibandin. Ev hinek jî li ser newekheviya pozîtîf jî tê sekinîn. 
 
Peymanek gelek girîng e
 
Her çiqas Peymana Stenbolê bê reşkirin jî hemû cîhan her diçe zêdetir xwedî lê derdikeve. Peymaneke gelek girîng û berfireh e. Çareseriyê pêk tîne û wekheviya zayenda civakî temîn dike, ji bo çavkaniya şîdetê ji holê rabike, rê û rêbazan diyar dike.  Ji ber vê jî em difikirin ku çawa biryara vekişînê tê girtin. Li gorî min ev ji bo welat şermek mezin e. Hêvîdar im demildest ji vê şaşiyê bê vegerîn.  Wezareta ragihandinê wek hincet, îdiaya normalkirina hevzayendbûnê avêt holê. Em vê bêjin tu aliyê hiqûqî yê vê hincetê tune. Di qanûnan de ji xwe hevzayendî ne qedexe ye. Lê hewl didin ku nêrînek wisa di hişan de bicih bikin.  Ji bo hedef, îdeolojî û nêrîna xwe ya teng serdest bikin, nirxên olî û civakî bi kar tînin û hewl didin girseya xwe konsolîde bikin. Tu îzahatek din tune ye. Yanî ji bo nêrînek populîst bi afirînin vê dikin.  Hemû desthilatdarî rojekê diçin. Lê têkoşîna jinan mayînde ye. Ji ber vê em ê armanca peymanê her tim vebêjin û bikin jiyanê. Bila guman tu kesî ji vê tune be.”