ROJEVA 15'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 15 Gulan 2021
  • Rojev
*Helbestvan û nivîskara kurd Yildiz Çakar, diyar kir ku jiyan heke bi zimanê dayikê neyê jiyîn û tiştên sembolîk wê nikaribe bibe derman ji bo birînan û got: "Hikmê me li ser axê tune ye, loma jî hikmê me li ser ziman jî tune ye. Ji ber ku ax di deste dagirkeran de ye loma jî zimanê dagirker, hemû alavên fikr û ramanên dagirker xwe dide jiyandin. Heke kurd li ser axa xwe bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û bi zimanê xwe kar bikin, tiştek di destê dagirker de namîne. Ji ber ku ziman wê axê şûnve bîne." BI DÎMEN
 
*Civaka Hunera Amîdart, di çarçoveya projeya ‘Wek mînaka mîrateya çandî ya ku ne şênber e dengê bajar Amed’ ya bi piştgiriya Ji bo Çandê Qad, dimeşîne de derfetên ji bo dengên çand-bajar zêde dike û parastina van dengan wê biguhere xebatek kolektîf. 
 
*Rojname Elîşa ya ji derfeta perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hat hiştin û her xeyal dikir bibe parêzer wiha got:"Xwezî me bikariba bi zimanê xwe bixwenda û biaxiviya. Ger perwerde bi zimanê min ba ez ê bigihaştim xeyalê xwe." BI DÎMEN
 
*Nivîskarên jin bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, li ser girîngiya zimên axivîn û diyar kirin ku jin bi zimanê xwe pêşengtiya civakê dikin. 
BI DÎMEN
 
*Hevberdevka Heyeta Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît siyaseta Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn nirxand û  got tişta wek dijberiya PKK’ê tê lansekirin, di esasê de sekinandina li dijî kurdan e û banga yekîtiya neteweyî li rêveberiya PDK’ê kir.
BI DÎMEN
 
*Parêzer Tuba Torun 4’emîn xala Peymana Stenbolê ku herî zêde ji aliyê desthilatdar û alîgirên hikûmetê ve hedef hat girtin, nirxand û ev tişt vegot: “Îbareya ‘Beralîbûna zayendî’ ya ku di xala 4’emîn a peymanê de derbas dibe yek ji nokteyên ku hem desthilatdariya siyasî hem jî kesên vekişîna peymanê diparêzin, li ser sekinî bûn. Lê xala çaremîn xalek li dijî newekheviyê ye û di 10’emîn xala Destûra Bingehîn a dijberê newekheviyê de jî cih digire.” BI DÎMEN
 
*Karkera çandiniyê ya demsalî Gulcîhan Kaya ji bo dermankirina zarokê xwe Yusuf ku nexweşê SMA’yê ye, dixwaze ku dermanê pêwist bê Tirkiyeyê.BI DÎMEN