Li ser medyaya civakî ji bo HDP’ê çalakî

  • 16:47 14 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - HDP’ê, bi sedema êrişa li dijî avahiya navenda xwe li ser hesabê xwe ya medyaya civakî çalakiya #HDP li vir e, li dar xist. Gelek parlamenterên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn û êriş şermezar kirin. 
 
Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ji ber ku şevê din 3 kesan êriş li avahîya wan a navendê kirin, li ser hesabê xwê yê medyaya civakî çalakiya #HDP li vir e (#HDPburada) li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û êriş şermezar kirin. 
 
Parvekirinên piştgiriyê wiha ne: 
 
HDP: Di vê demê de têkiliyên siyaset û mafyayê bi rengekî gelempêrî eşkere bû. Tam di vê serdemê de êrişa bi tirsonek û mafyayî li avahiya me hat kirin ne tesaduf e. Ev êrişên tu carî nagihêjin armanca xwe. #HDP li vir e
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Em ê welatê xwe li ber rehma vê zihniyeta tarî û êrişkar nehêlin. #HDP li vir e
 
Dîlan Dîrayet Taşdemîr: HDP’ê bi berxwedana xwe têkiliyên we yên tarî derdixe holê û rûyê we yê rast derdixe holê. #HDP li vir e 
 
HDP JIN: Êrişa mafyawarî ya li partiya me hatiye kirin tu car wê negihêje armanca xwe. Ev êriş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Li dijî jin û têkoşina jinê ye. HDP jin e, rengînî ye, ciwantî ye û ronahiya geş a vî welatî ye. #HDP li vir e
 
Şevîn Coşkun: Êrişa li dijî partiya me hat kirin tu car nagihêje armanca xwe. #HDP li vir e 
 
Ayşe Acar Başaran: #HDP li vir e
 
DBP:  Em vê êrişa li dijî HDP’ê, şermezar dikin. Êriş û polîtîkayên we yên qirêj nikare gavê bi me paş bide avêtin. Parazvanê heqîqetê #HDP li vir e 
 
Guler Tunç: #Em li vir in #HDP li vir e 
 
Dersîm Dag: HDP partiya gelan e, hûn nikarin bi êriş û gefan me bitirsînin. Têkoşîna me dê ji her demê bêhtir bi awayekî xurt berdawam bike. #HDP li vir e.