Li dijî HDP'ê êriş hat kirin

  • 13:59 14 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Têkildarî êrişa ji komeke ji 3 kesî pêk tê HDP'ê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de wiha got:"Di demeke ku têkiliyên siyaset-mafyayê eşkere dibe de, êriş ne tesaduf e."
 
Komeke ji 3 kesan pêk tê, duh di saet yekê şevê de, êrişî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. HDP’ê derbarê êrişê de daxuyanî da û destnîşan kir ku di demeke ku têkiliyên siyaset-mafyayê eşkere dibe de, êriş ne tesaduf e.  
 
Polîsan mudaxale nekirin
 
Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê ya têkildarî êrişê wiha ye: "3 kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev saet di 00.05’an de êrişî avahiya Navenda me ya Giştî kirin. Polîsên ku avahiya me diparastin, bi tu awayî mudaxaleyî êrişkaran nakin, weke ku ji bo wan bûne alîkar tev geriyane. Ji ber vê êrişkar li şûna ku bên binçavkirin, dest û milên xwe hejandine û ji cihê bûyerê çûne. Ev jî dide nîşandan ku kîjan hêzan ev kes beralî kirine."
 
Êriş ne tesaduf e 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êriş ne tesaduf e û wiha hat gotin:"Bersûcê vê êrişê desthilatdarî û Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû ye. Di demeke ku têkiliyên siyaset-mafya û hevkariyên tarî eşkere bûne de, êrişkirin ne tesaduf e. Bi vê dixwazin hedefê berovajî bikin. Em ê tu carî welat terkî însafa vê hişmendiya tarî û êrişkar nekin. Em ê bi têkoşîna hevpar Tirkiyeyê ji vê tarîtiyê rizgar bikin."