Polîs û nobedaran li Êlihê îşkence kirin

  • 12:00 14 Gulan 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Polîsan û nobedaran li Êlihê îşkence li zarokek 15 salî kirin. 
 
Li Parka Salih Ozdemîr a Taxa Cûdî ya Êlihê, duh bi şev, polîs û nobedaran bi hinceta qedexeya derketina kolanan a di çarçoveya bergirtiyên şewba vîrûsa koronayê hat îlankirin de, zarokekê 15 salî bi erdê re dirêj kirin, tundî û îşkence lê kirin. Tundiya polîs û nobedaran, ji aliyê welatiyan ve bi telefonê hat qeydkirin. 
 
Tundî di dîmen de jî hat eşkerekirin
 
Di dîmen de, xuya dike ku zarokek 15 salî yê navê wî nehat zanîn, ji aliyê polîs û nobedaran ve bi erdê re tê dirêjkirin, kes ser zarok rûdine, polîsê sîvîl ê gomlekê wî spî zarok dide ber peyin û kulman.  
 
Gule li ezmanan reşandin
 
Welatiyên derdorê bertek nîşanî îşkenceya polîs û nobedaran dan. Polîs û nobedaran li ser vê yekê heqaret li welatiyan kirin û gule berdan ezmanan.
 
Hat diyarkirin ku polîsan zarokê ku îşkence lê kirin, dûre birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.