‘Bi zimanê kurdî bijîn’

  • 09:09 14 Gulan 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî me ji nivîskar, dayik, ciwan û zarokan pirsî. Wan jî xemgîniya xwe ya li dijî qedexeya li ser ziman bi lêv kirin û gotin: "Ji bo em di rojên azad de roja ziman pîroz bikin werin em bi hev re têbikoşin. Bi zimanê kurdî bijîn û rê li bişaftinê bibirin."
 
Kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de derket û heta 15’ê gelawêja 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyeyê Şam bû. Hawar ji mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarek polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawarê ku di dîroka weşangeriya Kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Salvegera derketina kovarê ji salên 2006’an şûnde weke roja zimanê kurdî hat pîrozkirin.
 
Li tirkiyeyê heya niha 18 ziman hatine tunekirin û gelek jê li ber tunebûnê ne. Hişmendiya yekperest û nîjadperest ji derveyî tirkî zimanekî din, olek din an jî çandek din qebûl nake. Bi zordestî û qedexeyên datînin ser wan hewil didin wan nîjadan bi vî rengî tune bikin ku zimanê kurdî yek ji hedefên mezin ên tirkiyeyê ne. Li bakur gelek kurd hene û hîna zimanê wan zimenekî qedexe ye. Dayik û zarokên kurd li dijî qedexeyan daxwaza perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî dikin û roja ziman pîroz dikin.
 
‘Ziman hebûna gelan e’
 
Nivîskar Maziçînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ziman û wiha dibêje: “Ziman nasname û hebûna gelan e. Ger zimanê me tune be em ji tune ne. Lewra divê em di ferqa vê metisiyê de bin û wiha tev bigerin û pêşî li bişaftinê bigirin. Her roja diçe barê me girantir dibe. Ji ber ku polîtîkayên êrişên taybet ên li ser çand û zimanê me dikevin meriyetê û bandora xwe nîşan dikin. Bi taybet jî ev êriş li ser parastvanên vî zimanî, li ser jinan pêk tê. Divê em dayik li zimanê xwe miqate bin. Barekî mezin li ser milê me ye. Divê em êrişan vale derxin û ji bo zimanê me bibe zimanekî fermî jî divê em têbikoşin.”
 
‘Em ne li dijî zimanê kesî ne’
 
Maziçînê bi lêv kir ku her zimanek nirx e û wiha berdewam kir: "Her zimanek nirxek e. Em ne li dijî zimanê kesî ne. Lê belê em dixwazin bi heman rengî ji zimanê me re jî rêz were girtin. Li şûna qedexeyan divê pêşiya wê were vekirin. Niha ne li dibistanan, ne li qadên civakî û ne ji cihên pêwîst ev ziman nayê axivîn.  Dema min dest bi dibistanê kiriye min yek peyv bi tirkî nedizanî. Heya ku ez hîn bûm ez zehmetiyên mezin jiyam. Vêya jî bandora xwe li xwendina min kir. Beriya 40 salan çawa qedexeyên hişk hebûn di sedsala 21’emîn de jî wiha berdewam e. Zarokên me di aliyê derûnî û perwerdeyê de paşde tên hiştin. Ne wekhevî  ye. "
 
Maziçînê herî dawî roja zimanê kurdî li kurdan pîroz kir û daxwaza xwedîderketina li ziman kir. Maziçînê got pêwîst e jin, zarok, ciwan, nivîskar, rewşenbîr û herkes vî barî deyne ser milên xwe.
 
‘Em biçûk hatin dîtin’
 
Qedriye Damara ya dayika 6 zarokan e jî wiha dibêje: “Heya ku tê bîra min zimanê me yê ku em ji dayikên xwe hîn bûne qedexe bû. Zimanê ku em diaxivî biçûk û xirab dihat dîtin. Ne li kolanan, ne li dibistanan, ne li nexweşxaneyan, em nikaribûn bi rehetî biaxiviyan. Her cîh ji kurmancî re qedexe bû. Em diçûn nexweşxaneyê ji bo me bi tirkî nedizanî em nedihatin tedawîkirin. Zilm li me dikirin. Rast e li me nedixistin lê ziman, çand û heya cil û bergên me biçûk dikirin. Ewqas dijminahî bi me re dikirin. Derûniya bindestiyê li ser me diafirandin.”
 
‘Em ê zimanê xwe biparêzin’
 
Qedriyeyê da zanîn êrişên li ser kurdan her berdewam e û  wiha dewam kir: “Ev êriş û dijminahî di roja îro de jî berdewam e. Em dibînin ji bo ku zarokên me neviyên me werin bişaftin her rê tê bikaranîn. Ji qadên lê digerin heya medyaya civakî û televizyona wan. Hemû jî amûrên bişaftinê ne. Neviyên min ên ku yek peyv bi tirkî nizanin diçin dibistanê zimanê tirkî nas dikin.  Timî ji wan re ecêb tê û naxwazin. Di salên pêşî de zehmetiyan dijîn heya ku hîn dibin. Şikir serkeftî ne lê em dizanin ger bi zimanê dayikê bixwendana wê bêhtir serkeftî ban. Ji ber ku ew bi derûniyek xirab dest bi perwerdeyê dikin û zimanê xwe perwerdeyê nabînin xirab dibin. Em ji zimanê xwe hez dikin, ji bo wenda nebe em ê timî biparêzin û pêş bixin. Her çiqasî perwerde ne bi kurdî jî be. Lê ji bo bibe zimanê perwerdeyê jî em li berxwe bidin.”
 
‘Divê ciwan şiyar bin’
 
Hêvîdar Aslan a amedekariya zanîngehê dike jî balê dikişîne ser erka ciwanan a di parastina ziman de û wiha dibêje: “Zimanê me zimanekî qedexe ye. Em di serî de zimanê xwe hîn dibin û li dibistanan zimanekî din nas dikin. Ev bandorê li jiyana me ya rojane jî dike. Ger em tirkî neaxivin û pêş nexin em ê nikaribin li dibistanê xwe îfade bikin an jî em ê nikaribin jîr bin. Bi vê derûniye êdî em zimanê xwe naaxivin û em destûra bişaftinê didin. Divê li dijî vê yekê em şiyar bin.”
 
‘Roja ziman li ciwanan pîroz be’
 
Hêvîdarê diyar kir ku divê ew destûra bişaftinê nedin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e em destûra bişaftinê nedin. Di zarokatiyê de bar li ser malbatên me ne û niha jî dora me ye. Divê em zimanê xwe, çanda xwe biparêzin. Em pêşeroj in ger em neparêzin em ê jî pê re tune bibin. Hêvîdar jî herî dawî roja ziman li hemû ciwanan  pîroz kir.”
 
Zarok perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin
 
Herî dawî jî me ji zarokan pirsî ka zarok çi dixwazin. Gelek ji wan zarokên ku hîna nû dest bi dibistanê kirine jî bi tirkî nizanin û ji ber ku nizanin jî pirsgirêkan dijîn. Zarokan daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe kirin û herî dawî jî strana Aram Tîgram “Zimanê Kurdî” ji hemû zarokan re berz kirin.