Di cejnê de keda jinê ya nayê dîtin

  • 09:04 14 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Di roja ewil a Cejna Remezanê de ji bo jinan kar û ked, ji bo zarokan jî lîstik. Jinên li Ben û Senê dijîn diyar kirin ku cejn ne ji bo xizanan ji bo dewlemendan e û ev ne edalet zilm e.
 
Li Tirkiyeyê ji 29’ê nîsanê de ye ji ber pandemiyê biryara girtinê hat girtin. Qedexeya pandemiyê didome, lê jin di Cejna Remezanê de dixebitin.
 
Li taxa Ben û Sen a Yenîşehîrê ya Amedê  jin dema xwe, bi paqijkirina ber derî derbas dikin û hinek jî kavilên restorekirina bedenên Amedê kom dikin. Zarok jî kêf û coşa cejnê bi lîstikê derbas dikin.
 
Jinan diyar kirin ku cejn ne wek cejnên berê ne û gotin bi pêvajoya girtinê re xizantir bûne û hatine asta ku nikarin şekirê cejnê bigirin.
 
‘Qedexeyan dikin hincet’
 
Jina bi navê Azîze Erdogan ku di 2015-2016’an de bi îlankirina rêveberiyên herêmî re ji ber qedexeyan ji taxa Lalebey 6 sal berê bar kir Ben û Senê destnîşan kir ku ji ber zextên dewletê û xizaniyê nikarin cejnê pîroz bikin û wiha pê de çû: “6 sal in mala min vala ye. Ev ne edalet e rezîlî ye. Li aliyekî xizanî li aliyê din jî em ji ber vîrusê dimirin. Şaredarî berê di destên HDP’ê de bû, alîkarî dihat kirin. Me xizaniya xwe di cejnê de ji bîr dikir. Lê di salên dawî de em perîşan bûne.  Goristanên me li wir in em nikarin biçin goristanan jî. Qedexeyan dikin hincet. Hewl didin me ji çand û kevneşopiyên me dûr bixin.”
 
‘Cejn ne ji bo me ye ji bo dewlemendan e’
 
Jineke ku nexwest navê xwe bide bi lêv kir ku ji ber krîza aborî cejn nayê bîra wan û got: “Me gelek fitarên xwe bi şorbeyê vekir. Gelo rayedar rewşa me nabînin? Em ji bîrçînan dimirin. Cejn ne ji bo me ji bo dewlemendan e. Êdî bes e,  gelo wê heta ku derê bidome? Cejn berê xweş bûn. Niha em naxwazin bê ji ber ku pirsgirêkên me qat bi qat zêde bûne. Ez nikarim ji zarokên xwe re pêlavekê bigirim.”