Sê xalên ewil ên Peymana Stenbolê dibêjin çi?

  • 09:03 14 Gulan 2021
  • Peymana Stenbolê
 
Nişmiye Guler
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sê salên ewil ên Peymana Stenbolê li ser armanc, çarçove û venasînan disekine. 4 berpirsyariyên sereke dide ser dewletên alîgir. Lê mînak nîşan didin ku Tirkiye ji 3 salên ewil şûnde berpirsyariya xwe nayne cih.
 
Em di vê beşa dosya xwe ya Peymana Stenbolê de xalên peymanê digirin dest.  Em cih didin sê xalên ewil ên peymanê.
 
Xala yekem û armanca wê
 
Di xala yekem de li ser armancê tê sekinandin. Li gorî vê armanca xala yekem a peymanê wiha hat rêzkirin:
 
a)Li dijî her cureyê şîdetê parastina jinê, li dijî şîdeta malê parastina jinê û pêşî li şîdetê girtin.
 
b)Di serî de ji bo her cureyê newekheviya li hember jinê ji holê rabe û jin bê xurtkirin, di navbera jin û mêr de di pîvana girîng de belavkirina wekheviyê;
 
c)Hemû mexdûrên jin divê li dijî şîdet û şîdeta malê bê parastin û ji bo wan alîkarî bê dayîn, ji bo alîkariyê jî tedbîr, polîtîka û çarçoveyek berfireh bê avakirin;
 
d)Bi armanca rakirina şîdeta li ser jinê û şîdeta nav malê ji holê bê rakirin, hevkariya navneteweyî belavkirin;
 
e)Ji bo şîdeta li ser jinê û şîdet li nav malê ji holê bê rakirin, divê nêzîkatiyek giştî bê diyarkirin û bi sedema vê divê hêzên ewlehî û sazî bi hev re bikevin alîkarî û piştgiriyê.
 
Di xala yekem de bi armanca hukmên peyamanê bi bandor pêk bên, avakirina mekanîzmayeke şopandina taybet xistin bin ewlehiyê.
 
Ger peyman pêk bihata wê Ozgecan, Ayşe Tuba bijiyana
 
Di xala yekem a peymanê de armanc bi awayekî zelal tê destgirtin. Ji bo dewletên alîgir, ji bo jin ji her cureyê şîdetê bê parastin û pêşî li şîdetê bê girtin, ji bo ku der barê van de polîtîka bê pêşxistin, berpirsyarî hat dayîn.  Li gorî hejmarên fermî li Tirkiyeyê di navbera 2002-2009’an de 4 hezar û 289 jin hatine qetilkirin. Ji dema peyman hatiye îmzekirin û heta 2020’an jî 2 hezar û 490 jin hatine qetilkirin. Ger xala yekemîn a peymanê pêk bihata wê îro Ozgecan nehatiba qetilkirin. Wê Ayşe Tugba Aslan nehatiba qetilkirin.
 
Xala Duyem
 
Di xala duyem a peymanê d cih dan îfadeyên der barê çarçoveyê. Li gorî vê çarçoveya peymanê wiha ye:
 
1-Ev peyman, di serî de şîdeta li ser jinê, ji bo hemû cureyên şîdetê yên li hember jinê derbasdar e.
 
2-Ev peyman ji bo mexdûrên şîdeta nav malê, pêk tê. Welatên alîgirên peymanê di pêkanîna hukmên peymanê de wê bi taybet jinên mexdûrên şîdetê li ber çavan bigire.
 
3-Ev peyman di dema aştî û rewşên pevçûnên çekdarî de jî wê derbasdar be.
 
Jin şandin nav şîdetê
 
Xala duyemîn a peymanê ji aliyê Tirkiyeyê ve di alî pêkanînê de bi israr neket jiyanê. Di xalê de bi taybet li ser şîdeta nav malê tê sekînin û îfade dike ku divê balê bikşînin ser jinan.  Yek ji mînakên ku ev xal pêk nayê di 1’ê Hezîrana 2020’an de Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati daxuyand. 
 
Gelek mînak berê jî hatibûn jiyîn. Hat xwestin ku jin ji gumanbarên şîdetê bê dûrxistin an jî ji qereqolên ku gilî kiribûn şûnde şandin malê wan.
 
Di 2015-2016’an de peyman hat jibîrkirin
 
Di navbera 2015-2016’an de li bajarên kurdan pevçûnek hat jiyîn û qedexeyên derketina derve hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de Peyman hat jibîrkirin. Li ber kamerayan li jinan hat ferzkirin ku cilên xwe derxin, nûçeyên tecawizê cenazeyan hatine kirin, derketin. Dîsa di çapemeniyê de derket ku polîs û leşkeran li taxan tecawizî jnan kirine û li odeyên razanê nîşaneyên bozkurtê kirine.  Ev dane di raporên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de jî rû dan. Her wiha bi dehan jin ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin. Wê pêvajoyê peyman di meriyetê de bû.
 
Xala sêyemîn
 
Di xala sêyemîn a peymanê de cih didin venasînên der barê armancê de:
 
a) Ji têgeha ‘şîdeta li ser jinê’, dixwaze di qada cemawerî de dixwaze di qada taybet de pêk bê, tehdîda van çalakiyên mijarê wek çalakiyên şîdetê wê bê fêmkirin;
 
b) Ji ‘şîdeta nav malê’, kesên vê hewldanê pêk tînin, dixwaze bila bi mexdûr re bijî dixwaze bila nejîn, wek çalakiyên fîzîkî, zayendî, psîkolojîk an jî aborî wê bê fêmkirin;
 
c) Ji ‘zayenda civakî’, rol, tevger, faaliyet û taybetiyên ku ji bo jin û mêran  tên binavkirin wê bê fêmkirin;
 
d) Ji ‘şîdeta xwe dispêre zayenda civakî ya li hember jinan’, wek şîdetên ku bandor li ser jinan dike wê bê fêmkirin
 
e)  ‘Mexdûr’ wê kesên ji tevgerên fikrayên a û b tê destnîşanirin, bê fêmkirin
 
f ) Têgeha ‘jinê’ wê zarokên keç yên bin temenê 18’yî de bihewîne.