ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 14 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Hevseroka Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Nuran Kaplan, Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Divê desthilatdarî dev ji feraseta çewt berde û zimanê kurdî nas bike. Em ê li her qadê bi zimanê xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin.”
 
*Nanê tê ser sifra me ji ku tê, çawa tê hilberandin? Sebze çawa tê gihandin? Cilên me çawa tên çêkirin? Ava me ji ku tê. Xaniyên em tê de ne ji çi hatine çêkirin? Bi mîlyonan kesên  bersiva van pirsan nizanin hene. Yên dizanin jî  bersiva van pirsan bi wan re tune dibe. An jî kesên li gund dijîn hinek xwedî van agahiyan e. Yên çîroka van zanînan baş bi bîr tînin jin in. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Sê salên ewil ên Peymana Stenbolê li ser armanc, çarçove û venasînan disekine. 4 berpirsyariyên sereke dide ser dewletên alîgir. Lê mînak nîşan didin ku Tirkiye ji 3 salên ewil şûnde berpirsyariya xwe nayne cih.
 
*Di roja ewil a Cejna Remezanê de ji bo jinan kar û ked, ji bo zarokan jî lîstik. Jinên li Ben û Senê dijîn diyar kirin ku cejn ne ji bo xizanan ji bo dewlemendan e û ev ne edalet zilm e. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Gişitî ya DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku êrîşên tên kirin berdewamiya planê çewisandiyê ye û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê, xwe bi polîtîkayên şer, qirkirin û tunekirina gelan li ser piyan dihêle. Bi vî awayî dixwazin ser pirsgirêkên xwe yên heyî bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî me ji nivîskar, dayik, ciwan û zarokan pirsî. Wan jî xemgîniya xwe ya li dijî qedexeya li ser ziman bi lêv kirin û gotin: "Ji bo em di rojên azad de roja ziman pîroz bikin werin em bi hev re têbikoşin. Bi zimanê kurdî bijîn û rê li bişaftinê bibirin." DÎMEN HEYE
 
*Hatîce Eren a temenê xwe bi karkeriya ser erdan re derbas kiriye da zanîn ku ked wan vala tê derxistin û wiha got:"Ez her bi hêviya ku malbata min birçî nemîne kedê didim lê belê keda min vala tê derxistin."DÎMEN HEYE