Ji Girtîgeha Sîncanê ji bo çalakiya greva birçîbûnê bang kir

  • 16:46 13 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Rojda Yildiz a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn heta ew bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. Rojdayê got roj roja têkoşînê ye. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 34'an 168 roj in didome. 
 
Girtî jî bi rêya malbatên xwe banga xwedîderketina ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê dikin. 
 
Rojda Yildiz a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re anî ziman ku divê herkes xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin. 
 
Banga xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê 
 
Rojdayê ev peyam bi rêya malbata xwe ragihand:"Em berê gelê xwe yê têkoşer û hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin. Hûn dizanin ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Kurdistanê hîn dewam dikin. Armanca çalakiya me ew e ku Rêber Apo di warê fizîkî de azad bibe. Gelê kurd dizane ku pêvajoya me derfet dît em têbikoşin bi saya fikir û îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Îro sîstema dagirker bi tecrîda li Îmraliyê dide meşandin dixwaze me ji felsefeya Rêber Apo dûr bixe. Lê belê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heta em bigêhêjin armanca xwe em ê xwedî li çalakiya xwe derkevin. Divê di destpêkê de jin û ciwan xwedî li serhildana li girtîgehan derkevin. Ev tecrîd herî zêde bandorê li ser jin û ciwanan dike. Em têkoşîna Rêbertî silav dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye dem dema serkeftinê ye. "