Li Goristana Yenîkoyê tupên xwînê hatin dîtin

  • 12:55 13 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Di beşa goristana bêkesan a li Goristana Yenîkoyê de, tupên xwînê yên veşartî hatin dîtin. 
 
Di beşa goristana bêkesan a li Goristana Yenîkoyê ya girêdayî navçeya Rezanê ya Amedê, tupên mînaka xwînê yên di bin axê de hatibûn veşartin, hatin dîtin. 
 
Welatiyên bi boneya Cejna Remezanê goristan ziyaret kirin, ev tupên xwînê dîtin. Hat dîtin ku li ser tupek xwînê ya hat dîtin navê Alî Demîr hatiye nivîsandin.
 
Malbatan, diyar kirin ku dibe ku ev tupên xwînê, aydê malbatên xizmên wan li goristana bêkesan hatine definkirin ên ji bo testa DNA’yê dane, bin.