Çalakiya greva birçîbûnê 168 roj in didome

  • 10:07 13 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 34'emîn 168 roj in didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 34'an 168 roj in didome. 
  
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dinç û birayê Omer Hayri Konar, Ali Konar, birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim, Xwişka Veysî Aktaş, Melihe Çetin jî bi rêya parêzeran serlêdana hevdîtinê ya ji bo 13-14-15  Gulanê kirin. 
 
Bersiveke erênî yan jî neyînî ji bo serlêdanê nehat dayin.