'Zimanê me rûmeta me ye'

  • 09:38 13 Gulan 2021
  • Rojane
 
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Peyman Ebdurehman û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û wiha gotin: "Tevî zor û zehmetiyan gelê kurd xwedî li zimanê xwe derketin û parastin. Bi saya berxwedan û têkoşîna gelê kurd îro em zimanê xwe dikarin biparêzin."
 
Di 15'ê Gulana 1932'yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî di wê dema dîrokî de bi tîpên latînî dihat xwendin û nivîsandin. Beriya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Ji bo bîranîna vê rojê ji 2006'an û vir de 15'ê Gulanê wek roja Cejina Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî di Rojhilata Navîn de xwedî dîrokeke kevnar e, di nava xwe de gelek zaravayên wekî Kurmancî, Soranî, Kelhorî, Lekî, Kirmancikî û Hewramî dihewîne. Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê polîtîkayên dagirkeran ve rastî gelek hewldanên pişavtin û qirkirinê hat. Lê tevî van zextan bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê re pêşveçûyîneke balkêş di zimanê Kurdî de çêbûye, roleke girîng lîstiye û heta roja me ya îro hatiye parastin.
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Peyman Ebdurrehman û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Hewildanên pişaftinê hatin tunekirin'
 
Peymanê wiha behsa roja zimanê kurdî dike: "Her cureyên êrîşan ên ku bi ser gelê me de tê ji bo pişaftina ziman e. Bi salane em jî wek gelê kurd bi taybet gelê Kobanê li dijî desthilataran zimanê xwe yan jî hebûna xwe diparêzin. Di dema Rejîma BAAS'ê de me zimanê Kurdî bi awayekî veşartî dixwend û em fêr dibûn. Lê di 2011'an de mamoste Viyan Amara hebû, me bi elfebeyê dest bi zimanê Kurdî kir îro jî em gihîştine asta ku me paymangeh û zanîngeh vekirine. Ev bi xwe gaveke herî girîng e. Lê divê hîna jî em xwedî li zimanê xwe derkevin, ji ber dema ku mirov bi çand an jî nasnemeya xwe tê nasîn, di heman demê de ji bo ziman jî gelek girîng e. Li her derê axaftin bi zimanê Kurdî qedexe bû, ji bo wê me gelek zehmetî dikişandin. Me bi derfetên pir kêm û bi çend mamosteyan dest bi ziman kir, îro jî em gihîştine asta herî bilind. Rast e ev herêm piraniya wan kurd in, lê her pêkhate bi zimanê xwe dixwînin. Roja zimanê Kurdî em bi şahî û çalakiyên cur be cur pêşwazî dikin, ji bo em girîngiyê bidin roja ziman em ê di roja 15'ê Gulanê de karnameyên xwendekaran belav bikin. Îro car din dewleta tirk hewil dide ku zimanê Kurdî asîmîle bike, wek li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, zarokan fêrî zimanê tirkî dike û navê gundan vedugeherîne tirkî. Ji bo vê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe biparêzin."
 
'Di warê Zimanê Kurdî de gavên mezin hatin avêtin'
 
Şêrîn Mislim jî wiha qala pergala zanîngeha Kobanê dike: "Pergala zanîngaha Kobanê bi awayekî rêk û pêk tê birêvebirin. Zanîngeha Kobanê di 12'ê cotmeha 2017'an de hat damezrandin, li ser bingeha du fakulteyan, fakulteya zanista xwezayî û zimanê Kurdî. Îsal sala 4'an e dê hin xwendekar derbiçin ev jî cihê kêfxweşiyê ye ku zimanê Kurdî di hundir zanîngehan de bê xwendin. Ev ji bo Gelê Kurd xewn û xeyal bû ku me ji tîpan derbasbûna zanîngehan û beşê Kurdî tê de were dayîn. Ev jî ji destkeftiyên şoreşê hatine têkoşîna ku bi salane tê kirin. Her kesî hêvî dikir ku bi zimanê dayikê yan jî zimanê zikmakî  di zanîngehan de bê dayîn. Di heman demê de perwerde bi zimanê Kurdî bê dayîn ev bi xwe gaveke mezin bû. Ji bo falkulteya Kurdî yan jî wêje gelek xwendekar berê xwe didin zanîngehê da ku ziman û wêje bixwînin. Ev xwendekarên ku niha bi ser kevin dê bidin mamosteyên ziman, ji ber ku em gelek zehmetiyan dikşînin, lê dema ku xwendekarên me bi me re bibin alîkar wê demê em dikarin bi awayekî rehet fêrî ziman bibin. Ji bo amedekariyên roja 15'ê Gulanê me wek zanîngeh û desteya perwerdeyê hin çalakî amede kiriye wek şahî û pêşbirk bi Zimanê Kurdî çêkirine."