Li Elkê piştî berf heliya xeml û xêza biharê xwe da der

  • 09:04 13 Gulan 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê bi hatina biharê re berfa li ser çiyan heliya. Piştî ku berf heliya çiya bi gul, kulîk û sosinan xemilîn.
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku demsala zivistanê bi qasî 7 mehan berdewam dike, bi hatina biharê re çiyayên ku di bin berfê de mabûn berfa li ser wan heliya. Çiyayên ku heta vê demsalê bi berfê xemilîbûn vê carê jî bi şinahî û gulan xemilîn.  Rêyên gundan ku ji naberan çiya derbas dibin jî dema mirov dinêre wekî dîmenên kartpostal tên pêş çavên mirov. Dîmenên ku ji jor ve hatine kişandin kesên li wan dinêrin sermest dike. Li heremê gelek darên ku bi kulîkên xwe bala mirov dikişînin jî  hene.
 
Herwiha Çemê Xabûrê ku di navbera gelek gundan re derbas dibe û dîmenek bêhempa ava dike bi rengê xwe bala kesên li herêmê dikişîne ser xwe. Çemê xabûrê ku ji herema Komatayê derbas dibe, ji ber berfa heliya û baranê ava wê bilind bû. Qada li dora çem ku wekî baxçeyê bihuştê ye jî kêf û coşa mirov a jiyanê duqat zêde dike. 
 
Hewiha di her demsala biharê de ji gelek deveran geştiyar ji derv û ji herêmê tên ku serdana van çiyayên xweşik bikin û konê xwe vedidin. Lê ji ber şewba heyî vê salê hinekî serdana geştiyarên ji derv tên kêm bûye.