ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê

  • 09:00 13 Gulan 2021
  • Rojev
 
*Fatma Etug û keça wê Zekîye Etug ên bi salan e li hêviya windayên xwe ne diyar kirin ku şîn û têkoşîna wan tu carî bi dawî nebûye û wiha gotin:"Me penaberî, zilm û qetlîam dît. Ji gundê me mêr kom kirin û birin. Ev 26 sal in em bajar bi bajar li wan digerin. Emrê me têr nekir em wan bibînin û mezelê wan av bidin. Şîn û têkoşîna me tucar neqediya." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan bal kişand ser bernameya xwe ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Em ê 15’ê Gulanê bi bernameyên cûr bi cûr pêşwazî bikin. Di çarçoveya bernameyên bernameyên ku bên lidarxistin de em ê bi zimanê kurdî 5 hezar dîmenên jinan ên balkêş biweşînin.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku di bin sedema betalî û krîza aborî ya her diçe giran dibe de, polîtîkayên desthilatdariyê hene. Serpîlê daxuyakirin ku di çarçoveya hevdîtinên ‘kar û xwarin’ ya partiya wan daye destpêkirin de serdanan pêk tînin û xizanî û betalî herî zêde li herêmê tê hîskirin. BI DÎMEN
 
*Li navçeya Elkê bi hatina biharê re berfa li ser çiyan heliya. Piştî ku berf heliya çiya bi gul, kulîk û sosinan xemilîn. BINWÊNE
 
*Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Peyman Ebdurehman û Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û wiha gotin: "Tevî zor û zehmetiyan gelê kurd xwedî li zimanê xwe derketin û parastin. Bi saya berxwedan û têkoşîna gelê kurd îro em zimanê xwe dikarin biparêzin." BI DÎMEN