Li Kocaeliyê mêrekî xwest jinekê qetil bike

  • 15:33 12 Gulan 2021
  • Rojane
 
KOCAELİ - Li navçeya Korfezê, Burhan Emrah Şeker xwest ku Rabîa Buse Şeker a ku pê re zewicî, bi kêrê qetil bike.
 
Li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê Burhan Emrah Şeker xwest ku Rabîa Buse Şeker a ku pê re zewicî bi kêrê qetil bike. Rabîayê ya bi derbeyên kêrê giran birîndar bû ji cîranên xwe alîkarî xwest. Bi agahîya cîranên Rabîayê ekîbên tenduristiyê hatin cîhê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê Rabîa rakirin nexweşxaneyê û piştre hat emeliyatkirin. Hat zanîn ku jiyana Rabîayê di xeterê de ye.
 
Polîsên hatin cîhê bûyerê kiryar Burhan Emrah Şeker kirin bin çavan.