Kongreya Star: Bila Cejna Remezanê bibe cejna hêvî û aştiyê

  • 14:50 12 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir.
 
Bi boneya Cejna Remezanê Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi peyamekê cejin li tevahî gelan pîroz kir bi taybet malbatên şehîdan.
 
Peyam wiha ye: 
 
"Bi boneya Cejna Remezanê em wekî Rêxistina Kongreya Star Cejna Remezanê li hemû gelan pîroz dikin bi taybet li malbatên şehîdan. Em bi hêvî ne ku Cejna Remezanê bibe cejina hêviyan, ewlehî û aşîtiyê ya ji bo hemû gelan."