SES’ê bal kişand ser Roja Hemşîreyan: Em bê deng namînin

  • 13:37 12 Gulan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - SES’ê ji bo Roj û Hefteya hemşîreyan daxuyanî da û ji bo hemşîreyan (Peresdar) qadeke xebatê ya bi ewle bi daxwazên xwe rêz kir.
 
Lijneya Rêveberiya Navendê (MYK) ya Sendîkaya Karkerên Karûbarê Tenduristî û Civakiyê (SES) bi minasebeta 12’ê Gulanê ya Roj û Hefteya Hemşîreyan (Peresdar) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemşîretî di hundirê xwe de zanistî û hunerê dihawirîne, her wiha hemşîretiyê bi guhertinên civakî, çandî û teknolojîk ji doh heta îro xwe nû kiriye.
 
‘Pewistîya hemşîreyan kûr bû’
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pirsgirêkên di pêvajoya şewba koronayê ya li ser jiyanê û hat diyarkirin ku li gor rapora Rewşa Hemşîreyan a di 6'ê nîsanê ya 2020’î de hatiye weşandin, di sedsala 21’êmîn de pêwist e ku hemşîre bên xurtkirin. Di daxuyaniyê de SES'ê anî ziman ku dîsa jî, hîn ne li cîhanê ne jî li Tirkiyeyê tu gav nehatine avêtîn û wiha got:"Piştî şewba koronayê li welatê me pêwistiya hemşîreyan zêde bûye. Ji ber kêmasiya polîtîkayên tenduristiyê hejmara hemşîreyan hîn kêm in. Bi salan in hemşîre di bin kar û barê giran de dixebitin û desthilatdar dibêje ku ne pêkan e ev rewş bê çareserkirin.”  
 
‘1 hemşîre karê 4 hemşîreyan dike’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 200 hezar hemşîre hene, ji serjimara 100 hezarî re 306 hemşîre dikeve. Her wiha hat diyarkirin ku bi wan reqeman re Tirkiye li pişt gelek welatan e û daxuyanî wiha bi dawî bû:"Ji bo axaftina li ser pirsgirêkên pîşeya hemşîreyan û hilberîna çareseriyê di 12’ê Gulanan re tê sînorkirin. Ji bo çareseriyê sozên dane nayên bi cîh. Pirsgirêk her sal girantir dibin."