Emîne Şenyaşar: Ya ku tune ye edalet û hiqûq e

  • 13:35 12 Gulan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar dîmenekî baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya xizmên wan lê hatin qetilkirin li ser medyaya civakî parve kirin û gotin:"Her tişt li ber çav e, ya tune ye edalet û hiqûq e."
 
Malbata Şenyaşar a ji bo ferdên malbata xwe ku di êrişa parêzvan û alîgirên AKP’ê de hatin kuştin 65 roj in bi daxwaza “edaletê” çalakiya nobetê li dar dixin. Malbat ji ber qedexeya derketina derve çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne. 
 
'Ya ku tune ye edalet û hiqûq e'
 
Malbatê dîmenekî Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku êriş lê pêk hat parve kir. Bi parvekirinê Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca, Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul, hesabên fermî yên twittirê yên Serokkomariyê hatin etîketkirin. Di parvekirinê de wiha hat gotin:"Sal 2018 roja erîfeyê ye. Cih: Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li nexweşxaneyê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Îro 2021 e û roja erîfeyê ye. Li ser dosyayê hîn biryara nepeniyê heye. Her tişt li ber çav e, ya tune ye edalet û hiqûq e."
 
Di dîmen de jî van gotinan cihên xwe girtin: "Dîrok 14.06.2018 Cih: Ne Filistîn e. Îsraîlê tu car êrişî nexweşxaneyan nekir. Ev der Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ye. Kesên ku êriş kirin malbata Yildiz ê parlementer e. Dema biryara nepeniyê rabû em ê dîmenên di hundir de jî parve bikin. Bila tu tişt veşartî nemînin. Em lêpirsîneke bi bandor û bêalî dixwazin. Em tenê edaletê dixwazin."
 
Di vîdeoyê de tê dîtin tevî polîsên hêzên çevîk û gelek kes ji nexweşxaneya dengê çekan gelekî dihat dûr dikevin.