Parlamenterên HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê meşiyan

  • 15:48 11 Gulan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamenterên HDP’ê  bi minasebeta salvegera  10’emîn a Peymana Stenbolê, li Kolana Îstîklalê meşiyan û diyar kirin ku ew ê dev ji peymanê bernedin û li kolanan gotinên xwe bidomînin.
 
Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Dîlşat Canbaz, Oya Ersoy û Serpil Kemalbay bi minasebeta salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê li Kuçeya Mîsê ya li ser Kolana  Îstîklalê ber bi Qada Galatasarayê ve meşek pêk anîn. Di meşê de parlamenteran pankarta ku navê 106 jinên hatine qetilkirin nivîsandiye vekirin.
 
‘Em ê gotinên xwe li kolanan bibêjin’
 
Di meşê de Zuleyha Gulum axivî û anî ziman ku ew ê ji bo Peymana Stenbolê li kolanan gotinên xwe bibêjin. Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku heke peyman were pêkanîn dê gelek jin niha sax bûyan û wiha got: “Li vî welatî demborî rêya komkujiya li ser jinê vedike û her wiha ji ber girêdana kravatê kujerê jinan gelek caran hatine berdan. Peymana Stenbolê bi têkoşîna jinê derketiye holê lê desthilatdarî dixwaze ji holê rake.”
 
Oya Ersoy jî îfade kir ku ew natirsin,  îteat nakin û wê li berxwe bidin.
 
Gava ku hatin Qada Galatasarayê Zuleyhayê axivî û wiha got: “Di encama polîtîkayên desthilatdar de gelek jin tên qetilkirin lê em jî bi hejmara wê nizanin. Li hemberî vêya jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin tên girtin û li ser wan tecrîdê pêk tînin. Mêrên, jinan qetil dikin tên berdan lê jinên xwe diparêzin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî tundiya li ser jinên kurd zêde dibe. Em ê xwedî li peymanê derkevin û ji bo pêkanîna peymanê her cure rêyan bişopînin. Em ê têkoşîna azadiya jinê, bidin jiyandin.”