REPAK'ê li dijî qirkirina jinan kampanya da destpêkirin

  • 15:28 11 Gulan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - REPAK, ji bo ku balê bikişîne ser qirkirina jinan û têkoşîna ji bo azadiya jinê pêşve bibe kampanya da destpêkirin.
 
Di pêşengiya Navenda Ragihandinê ya Jinên Kurd (REPAK) bi tevlibûna 73 rêxisitnên jinan û 181 aktîvîstên jin, li dijî qirkirina jinan kampanyayek da destpêkirin. 
 
Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:
 
"Qirkirina jinê her polîtîk e, di nava 5 hezar salên derbasbûyî de her çi bi serê jinan de hatibe, encama desthilatdariya mêr a zordest e. Ji wê demê ve weke encama hevkariya di navbera dewlet û artêşan de, hukûmdariya li ser ax, jin û gelan dewam kiriye. 
 
Hemû qirkirin û êrişên bi armanca bê îradekirina jinan hatine kirin, berhema zîhniyeta desthilatdariya mêr e. Armanca sereke a van êrişan ew e ku hêza civakê a berxwedêr were şikandin û ev yek eşkere dijminahiya desthilatdaran a li hemberî mirovahiyê û di heman demê de binpêkirina îrade û nasnameya jinê radixe ber çavan. Di roja me a îro de zordestî, milîtarîzm, êriş û tevgerên dagirkeriyê, cîhan xistine bin kontrola xwe. Her kesê ku li hemberî wan serî radike, dibe hedefa êrişan. 
 
Dewlet-netew, hêzên paramilîter û derdorên navneteweyî yên girêdayî wan di berdêla berjewendiyên xwe ên aborî de bi awayekî bê sînor êrişî hêza pêşeng a civakan jinan dikin. Dema em li profîla jinên ku dibin qurbanê êrişan tamaşe dikin, em dibînin ku ew jin di mijara têkoşîna li dijî mêtingeriyê xwedî hêzên mezin ên rêxistîniyê bûn. Çalakvan, rewşenbîr, parêzer, rojnamevan, hunermend, siyasetvan û şoreşger ji bo mafê jin û gelan parastinê di hemû qadên jiyanê dikin. Ev derdor ji ber ku bi vê rola pêşeng radibin, dibin armanca êrişan. 
 
Êdî Bes e! Sebra me li hemberî van kiryarên hovane nemaye.
 
Ji ber vê çendê, ji bo em li hev xwedî derkevin, me biryar da ku em tevna parastina jiyana azad birêsin û qirkirinên siyasî yên li hemberî jinan rawestînin. Bi taybet jî di berdêla mirovahî û azadiyê de, em ê êrişên li dijî jinên pêşeng û têkoşer rawestînin.
 
Em jin ji bo ku em rastiya sûcên li hemberî pêşengên me têne kirin derxin holê, xwedî biryara têkoşîneke bi hêz in. 
 
Bi vê bîr û baweriyê, em ê karibin sedema kuştina jinan bi awayekî zelal raxin ber çavan. 
 
Her çi derdorê ku ji bo berjewendiyên xwe hewl didin jinan qir bikin, em ê wan deşîfre bikin. Li hemberî pergala mêr a zordest, mêtingerî, nijadperestî û kapîtaslîzmê, em edaleta jinê li ser axa xwe ava bikin. Bi vê armancê em ji niha ve dibêjin, em amade ne ku beşdarî dadgehkirina hemû aliyên ku ji bo kuştin û qirkirina jinan berpirsiyarin bibin.
 
Em weke neviyên dapîrên xwe ên bûne qurbaniyên êrişa hêzên koledar û mêtinger, Weke keçên wan dayîkên ku bûne çavkaniya şaristaniyê, dibêjin em ê li ser şopa mîrateya hezarê salan ax û rûmeta xwe biparêzin. Li her devera cîhanê, em ê li hemberî her cûreyên mirina ku li ser me tê ferzkirin, têkoşîna xwe dewam bikin. Li ser hîmê perspektîfên avakar, em ê xwe birêxistin bikin û li dijî qirkirinan hêza xwe bikin yek.
 
Em xwedî wê zanistê ne ku li çar aliyên cîhanê, êrişkarên li hemberî jinan bê ceza têne hiştin. Di heman demê de em dizanin ku gel rêxistin û înîsyatîf jî ji bo komkujî û qirkirinên li hemberî jinan derxin holê ketin nava hewldan û tevgerên zêde. Her wiha em ji wan dadgehên ku li hemberî dewlet û dijberên jinan doz vekirine jî haydar in. Lewma em eşkere radighînin ku yekane armanca me ew e ku em li ser asta navneteweyî xwe birêxistin bikin û jinan li hemberî her cûreyên êrişan biparêzin. Ji bo em êrişa li dijî jinên pêşeng ên civakan rawestînin, çi ji destê me were em ê bikin.
 
Bi vê armancê em li hemberî qirkirinên siyasî yên jinan, dest bi kampanyayê dikin. Kampanya me xwe dispêre hêza bawerî, hevgirtin û hevkariya di navbera hemû rêxistinên jinan de. Li hemberî her cûreyên neheqiyê, em edaleta jinên li cîhanê ava bikin. Ji bo serketina vê doza me erk û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo jiyan, edalet û têkoşîna bidestxistina azadiyê. Ji bo jiyanê em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinê ya siyasî rawestînin."