Li Sûrê pankarta navê jinên hatin qetilkirin li serbû hat daliqandin

  • 13:59 11 Gulan 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta salvegera  10’emîn a Peymana Stenbolê, li bircên Amedê re pankarta navên jinên ku hatine qetîl kirin nivîsandiye daliqandin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku di nav 4 mehan de 106 jin hatine qetîl kirin û wiha got: “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em Peymana Stenbolê diparêzin, em jiyana xwe diparêzin û em pêşeroja xwe diparêzin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê li ber bircên Amedê daxuyanî li dar xistin.   Daxuyanî bi tevlîbûna Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Cîgira Seroka Koma HDP Meral Daniş Beştaş, parlamentera HDP'ê ya Cizîrê Nuran Îmîr, parlementerên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun û Dêrsîm Dag pêk hat. Beriya daxuyaniyê parlementeran li bircên Amedê pankarta ku navê 106 jinên hatine qetîl kirin nivîsandiye daliqandin.
 
‘Di nav 4 mehan de 106 jin hatin qetîlkirin’
 
Di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran axivî û destnîşan kir ku di nav mehan de 106 jin hatine qetîl kirin û got: “Îro 10’emîn salvegera îlan kirina Peymana Stenbolê ye. Îro li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê, jin ji bo bangawaziya pêkanîna Peymana Stenbolê li qadan e. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em Peymana Stenbolê diparêzin, em jiyana xwe diparêzin û em pêşeroja xwe diparêzin. Îro me li du bajaran çalakî pêk anî, yek li Amedê û ya din jî li Stenbolê ye. Di pêşerojê de wê dîsa çalakiyên me berdewam bikin. Ji ber ku em vê biryara serokê AKP’ê qebûl nakin. Ew wekî yek kesekî nikare li ser navê jinan biaxive û biryaran bigire. Em wekî jinan dikarin biryarên xwe bi xwe bigirin. Heta ku jin nebêjin ‘me vê biryare girt’ ev peyman di rojêvê de ye. Em tu carî ji vê sekna xwe paş ve gav navêjin.”
 
 ‘Heta em nebêjin bes dê ev neqede’
 
Ayşeyê diyar kir ku xwedîderketina li Peymana Stenbolê xwedîderketina li jiyana jinan e û wiha bilêv kir: “Heke îro Peymana Stenbolê bihata pêkanîn ew ê 106 jin jiyana xwe re berdewam dikirin. Heke îro Peymana Stenbolê bihata pêkanîn ewqas zarok bi êrişa zayendî re rûbirû nedima. Ji ber van sedeman jin her roj bi rastî newekhêviya civakê re tên. Em dîsa dibêjin feshkirina biryara Peymana Stenbolê qebûl nakin û heta ku em nebêjin bes dê ev neqede. Em ê ji bo sepandina Peymana Stenbolê têkoşîna xwe re berdewam bikin.”
 
‘Em bang xwedîderketinê dikin'
 
Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe re anî: “Jinan îro li ser medyaya civakî çalakiya hashtagê dan destpê kirin. Çalakiya ku bi navê  'İstanbulSözleşmesi10uncuyYılında ve Vazgeçmiyoruz' divê ji aliyê hemû jinan ve bê parastin û xwedî derketinek mezin çêbe.  Her çiqas em nekaribin bikevin kolanan jî em ê li ser medyaya civakî xwedî li peymanê derkevin.”